10 rêxistinên zarokan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin 2025-09-14 14:27:52 NAVENDA NÛÇEYAN - 10 rêxistinên mafên zarokan ên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê aktîvîsta mafên mirovan Şerîfe Mihemedî bang kirin.    10 rêxistinên parastina mafên zarokan ên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, têkidlarî cezayê darvekirinê yê aktîvîsta mafên mirovan Şerîfe Mihemedî daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew daxwaza demildest û bê merc a betalkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî dikin û wiha hate gotin: “Karkirina ji bo dadperwerî, mafên mirov û piştgiriya bi zarokan re ne tawan e. Dayîna cezayekî bi vî rengî û bicihanîna wê li ser civak û çalakvanan gef e. Dayîna biryarek bi vî rengî ji bo jineke ku jiyana xwe ji bo xwedîkirina zarokan veqetandiye, bêbingeh e. Em daxwaza jiyanek mirovane ya bê ferq û cudahî ji bo hemû kesan dikin.”    Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di rewşekî ku civak rûbirûyê hejarî, neyeksanî û pirsgirêkên debarê dibin de, herî zêde zarok jê bandor dibin û pirsgirêkên çavkaniya jiyanî, pêşketin û piştgiyê ji bo wan kêmin. Xwezayiye ku wijdana hin kesên wek Şerîfe Mihemedî ji bo baştirkirina rewşa karker û zarokan têkoşîn bikin û daxwaza mafên wan bikin.”   ŞERÎFE MIHEMEDÎ   Di 5’ê Kanûna 2023’yan de Şerîfe Mihemedî li mala xwe ya li bajarê Reştê ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaetê (îstixbarat) ve bêyî fermana dadwer hat binçavkirin. Şerîfe Mihemedî şandin Girtîgeha Sine yê rojhilatê Kurdistanê. Li wê derê xistin hucreya yekkesî û di dema lêpirsînê de îşkenceya fizîkî û derûnî lê hat kirin. Rê nehat dayîn ku li gel malbata xwe û parêzerên xwe hevdîtinê bike û piştre jî ji bo Girtîgeha Lakanê ya bajarê Reştê hat veguhestin.   Doza Şerîfe Mihemediyê ji aliyê Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar ve hat lêkolînkirin. Di 4’ê Tîrmeha 2024’an de bi tometa (derketina dijî desthilatê) cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di 16’ê Tebaxa 2025’an de jî ev ceza ji aliyê Şaxa 39’an a Dadgeha Bilind ya Îranê ve hat erêkirin.