Parêzer Guneş: Ocalan şensê dawî yê vê dewletê ye 2025-09-14 10:15:41   WAN - Parêzerê OHD’î Veysî Guneş diyar kir ku divê Komîteya Wezîran divê biryara xwe ya têkildarî “mafê hêviyê” ku di civîna din de dabû cîbicî bike û got: “Heke hûn bixwazin Tirkiye demokratîk bibe, wê demê hûn nikarin jirêzê nêzî lîderê vê têkoşînê bibin.”   Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê parêzer Veysî Guneş têkildarî biryara binpêkirina “mafê hêviyê” ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû axivî. Guneş, da zanîn ku piştî biryara DMME’yê diviyabû Tirkiyeyê di hiqûqa înfazê de guhertin bikira û got: “Dema mijar dibe birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd, Tirkiye xwe paşve dikişîne. ‘Mafê hêviyê’, di esasê xwe de ji bo Tirkiyeyê mecbûriyeteke yasayî û hiqûqî ye. Tirkiyeyê neyînî bersiv da hemû serlêdanan û bangên DMME’yê. Dibêje ku dê di vê mijarê de guhertinan neke.”    ‘GIRTIYEKÎ JIRÊZÊ NÎNE’   Bi domdarî Guneş anî ziman ku divê rewşa Abdullah Ocalan di çarçoveya “Mafê hêviyê” de ji aliyekî civakî ve were nirxandin û wiha pê de çû: “Piştî banga Devlet Bahçelî, ‘mafê hêviyê’ bêhtir bû rojev. Li gel rewşa hiqûqî, her wiha aiyekî civakî û siyasî yê rewşa birêz Ocalan heye. Mafê hêviyê, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê pêwîstiyeke. Tirkiye, zêdetirî 100 sal in Kurdan weke gel qebûl nake. Ev 100 sal in Kurd ji bo azadiyê têdikoşin. Di rewşa heyî de lîderek heye ku muxatabê têkoşîna 52 salên dawî tê dîtin. Lewma heke Tirkiye bixwaze demokratîk bibe, nikare weke girtiyekî jirêzê nêzî lîdere vê têkoşînê bibe. Hûn nikarin meseleyê tenê di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de binirxînin.”    ‘SERMUZAKERAVANÊ PÊVAJOYÊ YE’    Guneş, destnîşan kir ku divê tavilê der heqê Abdullah Ocalan de sererastkirin bên kirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Guneş, got: “Birêz Ocalan, sermuzakerevanê vê pêvajoyê ye. Aktorê herî bihêz ê demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Bi bangekî birêz Ocalan re rêxistina 52 sal in şerê çekdarî dike biryara fesixkirinê da. Lewma nabe ku hûn birêz Ocalan weke girtiyekî jirêzê bibînin. Birêz Ocalan weke rêberê gelê Kurd hatiye qebûlkirin û rêxistina wî weke sermuzakerevan dibîne. Dewletê jî ev qebûl kiriye. Heke muzakereyek were kirin, heke pêvajoyeke aştiyê bibe, wê demê divê birêz Ocalan bikare azd bibe û mercên xebatê yên azad tavilê bên cîbicîkirin.”    ‘OCALAN ŞENSÊ DAWÎ YE’    Guneş, bi lêv kir ku hema hema li her çar parçeyên Kurdistanê Abdullah Ocalan tekane muxatab tê qebûlkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Heke Yekitiya Ewropayê hiqûqê esas bigire, divê li dijî Tirkiyeyê mueyîdeyên cidî ferz bike. Dê di vir de jidilbûna endamên Yekitiya Ewropayê û Komîteya Ewropayê jî diar bibe. Heke Tirkiye bixwaze bi civakeke demokratîk û aştiyane bijî, wê demê divê tavilê şert û mercên xebateke azad ên birêz Ocalan ava bike. Nexwe dê ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn rewşên neyînî biafirîne. Ji bilî birêz Ocalan tu hêzek nîne ku ji bo jiyaneke demokratîk, azad û wekhev a gelên Rojhilata Navîn pergaleke demokratîk pêşkeş bike. Birêz Ocalan, yek ji pêşengên aştî û civaka demokratîk a Tirkiye û Rojhilata Navîne. Divê dewlet nêrîna xwe biguherîne. Birêz Ocalan, şensê dawî yê dewletê ye.”    MA / Bîlal Babat