Ustun li cem xwişka xwe ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibû kuştin hat definkirin 2017-10-17 22:59:25   ŞIRNEX – Cenazeyê Sekvan Ustun ku di hezana Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, li ser wesiyeta wî li cem yê xwişka wî  hunermend Gulîstan Eylem Ustun ku di dema qedexeya li Cizîrê de li jêrzemînan asê mabû û hatibû kuştin, hat definkirin. Cenazeyê karkerê bi navê Sekvan Ustun ku di hezana kana madenê ya Şirnexê de tevî 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, piştî karên otopsiyê anîn Cizîrê. Cenazeyê Ustun li Goristana Zarokan a li Taxa Yafesê hat definkirin. Di dema anîna cenaze de gelek wesayîtên zirxî yên polîsan li dora goristanê hatin bicihkirin. LI CEM XWIŞKA XWE HAT DEFINKIRIN Hat hînbûn ku Ustun zewicandiye û bavê 2 zarokan e. Piştî duayan cenazeyê Ustun li ser wesiyeta wî li cem yê xwişka wî  hunermenda Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) Gulîstan Eylem Ustun ku di dema qedexeya li Cizîrê de li jêrzemînan asê mabû û hatibû kuştin, hat definkirin. Her wiha hat zanîn ku piştî karên otopsiyê cenazeyên 6 karkerên din jî radestî malbatên wan hatine kirin. Hat diyarkirin ku dê cenaze li goristana li navenda Şirnexê ye bên definkirin.