Komeleya Psikiyatriya Tirkiye: Tundî rê li pêş tundiyê nagire 2018-07-04 17:25:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Derûniya Tirkiye (TPD), diyar kir ku rêbazên xesandina kîmyewî û cezayê darvekirinê dê rê li pêş sûcên îstîsmarê nagire û wiha got: "Li şûna pirsgirêkê çareser bike dê bêtir kûr bike. Tundî bi tundiyê nayê çareserkirin."   Komeleya Derûniya Tirkiye (TPD), têkildarî tundî û îstîsmara li dijî zarokan zêde dibe û rêbazên çareserî û polîtîkayên hikûmetê daxuyaniyek nivîskî da. DPD'ê, diyar kir ku rêbazên xesandina kîmyewî û cezayê darvekirinê dê rê li pêş sûcên îstîsmarê nagire û wiha got: "Li şûna pirsgirêkê çareser bike dê bêtir kûr bike. Tundî bi tundiyê nayê çareserkirin." Lijneya Rêvberiya Navendî ya TPD'ê, da zanîn ku bûyerên bi vî rengî ku li pey hev belav dibin dilê wan diêşîne. TPD'ê bal kişand ser ziman û nêzîkatiya çapemeniyê jî û xwest di vê mijarê de pir bijarte û baldar be û wiha got: "Çareserî ne kastrasyon û ne jî îdam e. Ji bo em dîsa Eylul, Leyla û Ozgecanên din winda nekin, divê em tev bi herve bixebitin."