Li Cizîrê encama hilbijartinê birayê Serokê AKP’î hêrs kir 2018-07-04 15:13:30   ŞIRNEX - Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê birayê Serokê Teşkîlata AKP'ê ya Cizîrê Cihan Guven Tahir Guven, ji ber ku encama hilbijartinê ne li gorî dilê wî bû hêrs bû û got: "Gel ev xizmet heq neririye." Guven kesên ku deng dabûn HDP’ê jî wekî “Dehapiyên dengê xwe dan rêxistina terorê" tawanbar kir.    Birayê Serokê Teşkilata AKP'e yê Cizîrê Cihan Guven, Tahîr Guven, encama hilbijartina 24'ê Heziranê nirxand û gef li gelê Şirnexê xwar. Di dîmenên ku di şeva hilbijartinê de li navçeya AKP'ê ya Cizîrê de hatin kişandin derket holê ku ku  Guven, li gelê Şirnexê neheqiyê dixwe û gefan dixwe. Guven, di dîmenên derket holê de diyar dike ku gel xizmeta hatiye kirin heq nekiriye û gel tawanbar dike. Guven, ji sedî 70.25 dengê ku HDP'ê girtiye wekî ku Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) ya di 2005'an de xwe fesih kiribû girtiye pênase kir û HDP û HADEP'ê nîşan da û got: “Yên deng dane rêxistina Terorê Dehapî ne."    Guven, bê navber spasdariya xwe ji Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan re a nî ziman û got: "Berî her tiştî em hemû kesên dengê xwe daye me spas dikin. Birêz Serokomar Rêberê Cîhanê ye. Hemû hemşeriyê me yê Şirnexê em ji vê encama hilbijartinê ne kêfxweş in. Bi qasî xizmeta Birêz Serokomarê me ji bo gelê Cizîr û Şirnexê kiriye, tu carî heq nekiriye. Ev rêwistina terorê hêj li pişt DEHAP’çiyan e. Vana pir şaşî kirin...."