Kurê Ebû Bekir El-Bexdadî hat kuştin 2018-07-04 12:03:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên DAIŞ'ê ragihand ku kurê rêberê wan Ebû Bekir El-Bexdadî li parêzgeha Hums a Sûriyeyê hatiye kuştin.   Li gorî Ajansa Emaq a girêdayî DAIŞ'ê duh bi rêya Telegiraf li ser koma navê "Wîlayeta Hums" a DAIŞ'ê wêneyekî kurê Ebû Bekir El-Bexdadî yê bi navê Hideyfa El-Bedrî ku cilên afganî li xwe dikirin û kelêş di dest de, weşand. Bi wêne re jî daxuyaniyek belav kirin û gotin ku kurê Ebû Bekir El-Bexdadî di êrîşa li dijî alîgirên rêjîmê û Rûsyayê de ku li stasyona germahiyê ya wîlayeta Humsê pêk hat, hate kuştin. Ebû Bekir El-Bexdadî ku Washington 25 milyon dolar ji yên cihê wî aşkera bike yan wî bikuje re diyar kiriye, tenê carekê dema "Dewleta Xîlafetê" ragihand derket. Tê gotin ku 4 kurên El-Bexdadî ji hevjîna wî ya yekem hene û kurek jî ji hevjîna wî ya duyemîn heye.