OHAL dîsa hat dirêjkirin 2017-10-17 21:07:59   ENQERE –Tezkereya ji bo careke din OHAL 3 mehên din dirêj bibe hat berpêşkirin, li Meclîsê hat qebûlkirin. Heta niha 5 caran dema OHAL’ê hatiye dirêjkirin. Tezkereya Serokwezîrtiyê ya ji bo careke din OHAL 3 mehên din bê dirêjkirin, li Desteya Giştî ya OHAL’ê hat qebûlkirin. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê heta niha bû cara 5’an ku OHAL tê dirêjkirin.