Parlementerê HDP'î Ozguneş ji bo îdiaya 'bi çekê êrîşî şaredarên AKP'î kirin' got 'senaryo' ye 2018-07-04 09:12:07 ŞIRNEX – Şaredarê bajaroka Hîlalê ya AKP'î Cevher Benek îdia kiribû ku "demek berê çekê êrîşî wî kirine". Lê belê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, ji bo vê îdiayê got: "Ji bo ser sûcê xwe binixumînin, ji bo li ber dewletê şirîn bixuyên û rantê bi dest bixin senaryoyan çêdikin."  Li bajaroka Hîlalê ya Qilebana Şirnexê, di dema hilbijartina 24'ê Hezîranê de xizmên Şaredarê Bajaroka Hîlalê ya AKP'î Cevher Benek, dema xwestibûn ji dêvla hin kesên din deng bi kar bînin Feyzî Karayê HDP'î îtiraz kiribû û xizmên Benek Kara derb kiribûn.    Piştî bûyerê bi rojekê Benek îdia kiribû ku li ber mala wî bi êrîşeke çekdarî re rû bi rû maye. Benek derpêş kiribû ku Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş ew hedef nîşan daye.    ‘XIZMÊN BENEK EW DERB KIRIN'    Ozguneş derbarê îdiayan de axivî û destnîşan kir ku ev gotinên Benek ne rast in. Ozguneş, diyar kir ku êvara hilbijartinê ji bo bûyerên rû dane û çewisandinên hatine kirin bi riya telefonê tev li qenaleke televîzyonê bûye. Ozguneş derbarê derbkirina di dema dengdayînê de got: "Hevalekî me got kesek sê caran ketiye qabînê û deng daye. Dema îtiraz dike cendirme ew derdixin. Paşê bi awayekî dijwar tê derbkirin."    ‘JI BO RANTÊ SENARYOYAN ÇÊDIKE'    Ozguneş, destnîşan kir ku wî di axaftina xwe de kesî tehdît nekiriye û ne ew û ne jî partiya wî wê berbayî van rewşên proakatîf nebin. Ozguneş, bilêv kir ku ev kes ji ber sercerdevan e û şaredarê AKP'ê ye, li pey hin senaryoyan e û piştî hilbijartinê Benek gef lê xwarine. Ozguneş, ji bo êrîşa çekdarî ya ku Benek îdia dke jî got ev yek senaryo ye. Ozguneş got: "Li bajarokê bi awayekî zêde leşker hene. Hemû têketin û derketin tên kontrolkirin. Li wir eger kesê ku çekê biteqîne ne perçeyekî cê senaryoyê be, ne mimkun e ku xelas bibe. Dixwazin ser sûcên xwe binixumînin û rengekî din li bûyerê bar bikin. Ji bo ser sûcê xwe binixumînin, ji bo li ber dewletê şirîn bixuyên û rantê bi dest bixin senaryoyan çêdikin."    Ozguneş, diyar kir ku armanca wan ew e ku rageşiya navbera mirovan ji holê rakin û aştiyê pêk bînin. Ozguneş, anî ziman ku rayedarên hikûmetê her roj gefan li wan dixwin û got: "Lê belê li ber van gefan em ê tu carî dawî li xebatên xwe yên siyasî neynin."