Parêzeran bertek nîşanî biryara tehliyekirina polîsê ku birayên Yildirim kuştin da 2017-10-17 20:50:28     ŞIRNEX – Parêzeran bertek nîşanî tehliyekirina polîsê ku li Silopiyayê bi panzêrê birayên Yildirim kuştibû, dan. Parêzeran balê kişand ser dozê û encama wê.   Li Silopya Şirnexê polîsê ajokarê wesayîta zirxî Omer Yegît ku bûbe sedema mirina Muhammed (7) û Fûrkan Yildirim (6) û hatibû girtin, di danişîna yekemîn de hat tehliyekirin. Parêzeran û malbatê bertek nîşanî biryara tehliyeyê dan. Parêzerên baroyên Amed û Şirnexê xwestin li ber edliyeyê daxuyaniyê bidin, lê belê polîsan destûra wan neda. Parêzeran û malbata Yildirim li odeya baroyê daxuyanî dan.   Dayik Nesîme Yildirim tevî du keçen xwe yê biçûk tevlî danişînê bû û dema biryara tehliyekirina polîs hat dayîn giriya. Yildirim diyar kir ku ev neheqiyeke mezin e. Bav Mesût Yildirim jî, bertek nîşanî biryara tehliyeyê da û got divê bersûc bên cezakirin.   ELÇİ: DIVIYA DOZ BI BÊCEZATIYÇ ENCAM NEBÛNA   Seroka Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî, diyar kir ku ew ê wek parêzerên muştekî îtirazî vê biryarê bikin û ji bo darizandineke adil ew ê dozê bişopînin. Elçî, dest nîşan kir ku ji bo careke din bûyerên bi vî rengî dubare nebin, divê doz bi bêcezatiyê encam nebûna. ‘PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN BÊCEZATÎ YE’   Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî, sersaxî ji malbatên karkerên ku li Şirnexê di bin hezanê de man û jiyana xwe ji dest dan re xwest û got ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin peywirdarên cemaweriyê bêceza dimînin. Ozmen, dest nîşan kir ku ew ê li hemberî bêcezatiyê bitêkoşin. Her wiha Ozmen got ku li herêmê gelek zarok ji ber panzêran dimirin, ev yek ne tesaduf e.