Bîlgen: Hêviyên wezîrbûnê hin kes har û dîn kirin 2018-07-03 16:24:34   ENQERE - Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, ji bo Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu yê partiya wan dike  hedef, wiha got: “Hêviyên wezîrbûnê hin kes har û dîn kirin. Peywira xwe ji bîr kirine, ji bo koltuxên nû ketine pêşbirkê. Daxuyanî nîşan didin ku dewlet veguheriye dewleta mafya.”   Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen li ser rojeva heyî li navenda giştî ya HDP'ê daxuyaniyek da çapemeniyê.   Bîlgen, diyar kir ku tevî ku di ser hilbijartinê re hefteyek derbas bûn jî, mîna ku hîn hilbijartin dewam dike êrîş li ser partiya wan tên kirin û wiha axivî: “Bêguman rewşek normal e ku di dema hilbijartinê de partî hev rexne bikin. Lê belê hem yekser gef li Hevseroka me birêz Pervîn Buldan xwarin, hem jî di qenalên televîzyonê de daxuyaniyên li dijî partiya me kirin nerastin. Em zanin ku bi referandûma 16'ê Nîsanê re, Tirkiye bûye dewleta ji yek partiyê. Lê belê em bala xwe didin pêyamên vê hefteya dawî, dibînin ku ne tenê bûye dewleteke yek partiyê, her wiha veguheriye dewleta mafyayê. Ne mafê Wezîrê Karê Hundir e ku bêje em partiyek siyasîne yan na. Partiya me bi bername û rêziknameya xwe li Tirkiyeyê bi awayek fermî hat qebûlkirin, tevlî hilbijartinan bûye û di asta destûrî de dixebite. Lê Soylu hîn pê de diçe û bi gotina 'Partiyek bi navê HDP'ê nîne' hewl dide me krîmînalîze bike û bi vî awayî partiya me dike hedef."   'RÊ LI BER ÊRÎŞÊN NÛ VEDIKE'   Bîlgen, destnîşan kir ku daxuyaniyên Soylu rê li ber êrîşên nû vedike û ji bûyerên ji niha û pê ve biqewimin, dê Soylu berpirsyar be. Bîlgen, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gefxwarin û êrîş rêbaza wan a siyasetê ye. Em ne berdestê kesê ne. Mafê tu kesê tuneye ku ji bo bibe wezîr, me bike hedef."   Bîlgen, da zanîn ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan divê tavilê navên wezîran eşkere bike û wiha bilêv kir: “Xuya ye hewes û bendewariya wezîrbûnê hinek kes dîn û har kirine. Erk û wezîfeya xwe ji bîr kirine, li pey meqamê ketine. Ji niha û pê ve mûxatabê me Wezîrê Karê Hundir nîne. Eger tiştek normal be ku rabe li hevseroka partiyekê bigere û gefê lê bixwe, ev tercîha wan e. Eger Serokwezîrekî vî wezîrî hebe, divê daxuyaniyekê bide."   WEZÎFEYA YSK'Ê ANÎ BI BÎR XIST   Bîlgen encamên hilbijartinê jî nirxand û wiha pê de çû: “Divê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) eşkere bike ku bê bi 142 belgeyên YSK'ê çend kesê deng dane. Me li ser vê mijarê kar kir. Li gorî daneyên li ber destê me, dengek zêde ber bi bajarên welê birine ku derfetên derxistina wekîlan li wê derê kêm bûn. Wezîfeya YSK'ê ye ku di vê mijarê de daxuyaniyê bide."   Bîlgen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li ser biryara yekkirin û guhertina cihê sindoqan hejmarek zelal nîne û di vê mijarê de fikarên cidî hene. Li gorî daneyên li ber destê me, vê yekê bandor li 300 hezar dengdêrî kirin.”