17 kesên berdek nîşanî hilweşandinê dan hatin binçavkirin 2018-07-03 15:12:58   STENBOL - Li Taxa Turkoba ya Navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê şêniyên taxê bertek nîşanî xerakirina xaniyan dan. Welatiyên ku bertek nîşanî xerakirina xaniyan dan jê 17 kes hatin binçavkirin.    Li taxa Turkoba ya navçeya Buyukçekmece ya Stenbbolê, yekîneyên şaredariyê bi hinceta xanî qeçax in dest bi hilweşandina gelek xaniyan kir. Li dijî vê yekê şêniyên taxê bertek nîşanî hilweşandina xaniyan dan. Welatiyên ku bertek nîşanî xerakirina xaniyan dan, di navbera yekîneyên şaredariyê û welatiyan de alozî derket. Welatiyên ku derketin ser xaniyan û rê li pêş xerakirina xanîyan dan, maşîneyên kar dan rawestandin. Li ser vê yekê hêzên çevîk yên polîsan hatin cihê bûyerê û ava şit avêt welatiyan. Di bûyer û aloziyê de 17 welatî hatin binçavkirin û 4 pol jî sivik birîndar bûn.