Ufuk ê hat windakirin hêj nehatiye dîtin 2018-07-03 15:05:30   HATAY - Zerokê 6 salî Ufuk Tatar ê li Çiyayê Amanosê ya Hassa ya Hatayê hat windakirin hêj nehatiye dîtin.    Di 1'ê Tîrmehê de li Çiyayê Amanosê yê navçeya Hassa ya Hatayê li taxa Arpaliuşagi zarokê 6 salî Ufuk Tatar hatibû windakirin. Li gel hemû lêgerînê malbatê hêj Tatar nehatiye ditin. Hat zanîn ku ji Enqere, Hatay û Edene 215 kes tev li lêgerîna Tatar bûne ku wî bibînin, lê tevî hemû lêgerînan ew nedîtine. Hat zanîn ku heta niha 30 kilometre qada daristanê hat çavdêrkirin û lêgerîna yekîneyan didome.