Agahî ji zarokê li Farqînê winda bû nayê girtin 2018-07-03 14:42:13 AMED - Lêgerîna zarokê 14 salî Yusuf Yilmaz ê berî sê rojan li Farqînê winda bû, berdewam dike. Birayê Yusuf Yilmaz Bunyamîn Yilmaz, diyar kir ku xayîntiya wan bi tu kesan re tuneye, lê guman dikin  ku birayê wan hatibe revandin.  Li Taxa Malabadê ya navçeya Farqînê ya Amedê, Yusuf Yilmazê 14 salî ku serê sibehê saet li dor 5'an ji bo çêrandina heywanên xwe ji mal derket, winda bû. Nîvroj dema birayê wî xwarin jê re bir, dît ku Yusuf ne li cihê xwe ye. Li ser vê yekê gundî tevî cendirmeyan li herêmê li Yûsûf geriyan. Paşê noqkar hatin û rêya ava qenala Malabadê birîn û dest bi lêgerînê kirin. Îro jî di ser taxê re bi kuçikên şop û dronan lêgerîn hat kirin, lê ekîbên lêgerînê rastî tu tiştî nehatin.    Hat diyar kirin ku Yilmazê mezûnê dibistana seretayî, çend salin bi tena serê xwe bû û ev 5 meh bûn bi sê birayên xwe re li Malabadî şivantî dikirin. Hat ragihandin ku Yilmaz berê telefon  bikar dianî û ji ber telefona wî xerab bûbû, roja bûyerê bi xwe re nebirûbû. Birayê Yilmaz Bunyamîn Yilmaz (19) diyar kir ku ew her roj bi 3 birayên xwe re nêzî 600 dewaran dibin çolterê, lê roja bûyerê Yildiz berî wan 20 deqan ji malê derdikeve. Bira Yilmaz, xwest ku demildest aqûbet birayê wî bê dîtin û wiha got: “Ji bo roja birayê min winda bû ve, ez jî beşdarî lêgerîna wî dibim.”   'DEST Û PIYÊN ME GIRÊDAYÎNE'   Yilmaz, da zanîn ku berî 5 mehan ji Hezoyê hatin Malabadî û wiha axivî: “Bi sê birayên xwe re em dest bi şivantiyê kirin. Birayê min kesek bêdeng û sekan bû. Pirsgirêka wî gel kesekê tunebû. Neyarên me tunene. Bi şev em ji mala xwe qeder dernediketin. Ligel hemû lêgerînan me şopeke birayê min jî nedît. Em guman dikin ku birayê me hatibe revandin. Me hîna hêviyên xwe winda nekirine. Cihek ne ku me lê mêze nekir. Em li binê hemû keviran mêze kir. Birayê min an hatiye revandin, an jî çûye cihekê. Lê parayên wî tunebûn ku biçe cihekê. Em li bendêne demildest agahî jê bigirin. Em perîşan bûn.  Dest û piyên me girêdayîne. Tiştek ji destê me nayê.”   Ji bo dîtina Yilmaz li herêmê lêgerîn berdewam dike.