HDP'ê ji bo Penahî name ji Sefîrê Îranê re şand 2018-07-03 14:22:07   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, ji bo girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Huseyîn Penahî ku gefa darvekirinê li ser heye, nameyek ji Sefîrê Bilind ê Îranê re şand.   Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî ji bo aktîvîstê Kurd ê 24 salî Ramîn Huseyîn Penahî ku cezayê îdamê lê hat birîn, nameyek ji Sefîrê Bilind ê Îranê Mohammed Ebrahîm Taherîan Fard re şandin. Hevserokan di nameyê de tirs û fikarên xwe yên li ser rewşa Penahî eşkere kirin û destnîşan kirin ku darizandina Penahî  ne li gorî pîvanên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî ye.   Hevserokan di nameya şandin de wiha gotin: “Bi navê bi milyonan Kurd û demokratên li Tirkiyeyê em bang dikin ku cezayê îdamê yê li Penahî hatiye birîn tavilê bê rakirin û li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî bi awayekê adîlane bê darizandin. Em hêvî dikin ku Komara Îslamî ya Îranê guh bidin vê banga me û ji bo Penahî bikevin nava tevgerê.”