‘Merciyên ku AKP serî lê bide nema' 2018-07-03 13:19:53   MÛŞ - AKP ji bo encama hilbijartina li Mûşê îtîraz bike êdî tu merciyên ku serî lê bide nema. Ji ber ku HDP'ê li Mûşê ji 4 wekîlan 3 wekîl girtibû AKP'ê îrîraz kiribû. Lê êdî merciyên ku lê îtiîraz bike nema. Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mensur Işik, diyar kir ku piştî YSK’ê biryar da Li Mûşê 3-1 bi encam bûn û wiha got: "Êdî rêyên ku AKP serî lê bide nema."    Piştî li Tirkiye di 24'ê Hezîranê de hilbijartin pêk hat û HDP'ê li Mûşê ji 4 wekîlan 3 wekîl qezenç kir, AKP'ê ev encam qebûl nekir û îtîraz kir. Li ser îtîraza AKP'ê li Mûş û navçeyên Mûşê deng ji nûve hatin jimartin. Lê piştî dîsa encam nehat guhertin, vê carê AKP'ê serî li Lijneya Bajar da. Lijneya Hilbijartinê ya Bajar serlêdana AKP'ê red kir û li ser vê yekê vê carê serî li YSK'ê dan. YSK'ê jî serlêdana AKP'ê red kir.    Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku şeva 24'ê Hezîranê heta nîvê şevê encama jimartina hilbijartinê bi dawî bû û wiha got: "AKP'ê li Mûşê li dijî Hiqûqê îrîtaz kir. Lê ji ber neheq bûn dîsa bi serkeftina gelê Mûşê bi encam bû. Ewil dema îtîraza AKP'ê ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya navçeyan ve hat qebûl kirin em ketin nava fikaran. Em ketin nava fikarên ku encama sindoqan bi zora leşker û polîsan bidin guhertin. Ji xeynî rêbazên zorê fikara me tune bû. Em ji dengê xwe bawer bûn ku HDP bi ser ketiye."    ‘ÎRÎRAZ BÊ ENCAM MAN   Koçyîgît, destnîşan kir ku Lijneya Hilbijratinê ya Navçeyê li ser zextên siyasî îtîraza AKP'ê qebûl kir û wiha lê zêde kir: "Piştî îtîraz hat qebûl kirin me şev û roj li Edliyê û saziyên hilbijartinê nobet girt. Me dît ku dixwazin dengan biguherînin û ji bo vê yekê  ketine nava lîstikê. Me ev agahî da hakîm û rêveberên lijneya hilbijartinê. Piştî jimartin qetiya encam nehat guhertin. Ji ber ku encam nehat guhertin vê carê AKP'ê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îrîraz kir û Lijneya Bajar jî îtîraz red kir.      'AKP'Ê XWEST 301 WEKÎLAN TEMAM BIKE'   Koçyîgît, anî ziman ku AKP'ê armanc kir hêjmara 301 wekilan temam bike û li ser vê yekê îtîraz kir û wiha got: "Armanca AKP'ê temamkirina 301 wekîlan bû. Xwest bi serê xwe bibe îktîdar. Ji ber ku be serê xwe nebû îktîdar vê care serî li rêbazên din dan. AKP di hilbijartinê de têk çû. Ji ber vê yekê dest bi îtîrazan kirin û xwestin bi encama hilbijartinê bilîzin."    ‘TU MERCIYÊN KU AKP SERÎ LÊ BIDE TUNE'      Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mensur Işik, diyar kir ku piştî YSK’ê biryar da Li Mûşê 3-1 bi encam bûn û wiha got: "Êdî rêyên ku AKP serî lê bide nema. Di şeva ewil de vîna gelê Mûşê 3-1 bû. Lê AKP'ê ev encam hezim nekir. AKP'ê çi rê û mercên ku serî lê bide û îtîraz bike serî li hemûyan da. Heri dawî seri li YSK'ê da û mijar bir Enqereyê. Lê YSK'ê biryar da û vîna gel esas girt. Encam 3-1 bi dawî bû."    Işik, da zanîn ku gel bi vê rêjeyê peyamek daye HDP'ê. Gel piştgirî da HDP'ê û li sindoqan xwedi derket. Diyar kir ku polîtîkayên qeyûma AKP'ê qebûl nake. Hesabê şaredar, warlamenterên hatin girtin di sindoqê de da. Em dê hesabê vê yekê li meclîsê bi rêyên demokratîk bipirsin.    MA / Nîmet Olmez