Waliyê Agirî: Leyla ji birçina miriye 2018-07-03 11:22:22   AGIRÎ - Waliyê Agiriyê Suleyman Elban, der barê Leyla Aydemir a 3.5 salî ku 18 roj berê hat revandin û duh cenazeyê wê hat dîtin daxuyanî da. Walî îdîa kir ku Leyla ji birçîna miriye û şopa derbê li ser bedena wê tuine ye. Walî Elban, anî ziman ku der barê revandina zarok de kes hatine binçavkirin.    Li gundê Bezirhane yê Agiriyê Leyla Aydemîr li gel malbata xwe roja ewil a Cejna Remezanê çûbûn serdana mala kalikê xwe. Piştî lêgerîna 18 rojan bedena bê rih a Leylaya biçûk hat dîtin. Cenazeyê Leylayê piştî otopsiyê di sateên serê sibê de cenazeyê Leyla Aydemîrê defin kirin. Waliyê Agiriyê Suleyman Elban, der barê rapora otopsî û revandina Leyla cenaze de agahî parve kirin. Walî îdîa kir ku Leyla ji birçîna miriye û şopa derban îstîsmarê li ser bedena wê nehatiye dîtin. Walî Elban, diyar kir ku têkildarî bûyerê kes jî hatine binçavkirin. Walî da zanîn ku bawer dikin ku Leyla 8-10 rojan birçî hatiye hiştin û li ser bedena leyla şopa lêdan û îstîsmarê tune ye. Walî Elban, diyar kir ku der barê revandinê de hin agahî di destê wan de heye û dozger lêkolînê dike.