Cenazeyê Leylayê defin kirin 2018-07-03 10:23:36 AGIRÎ  -Leyla Aydemîr a biçûk ku li gundê kalikê xwe yê li Agiriyê winda bû, piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin. Cenazeyê Leyla duh defin kirin.    Li gundê Bezirhane yê Agiriyê Leyla Aydemîr li gel malbata xwe roja ewil a Cejna Remezanê çûbûn serdana mala kalikê xwe. Piştî lêgerîna 18 rojan bedena bê rih a Leylaya biçûk hat dîtin. Cenazeyê Leylayê ji bo otopsiyê rakin nexweşxaneyê. Piştî otopsiyê di sateên serê sibê de cenazeyê Leyla Aydemîrê defin kirin. Leyla Ayedmîr di 15'ê Hezîranê de li gel dayik û bavê xwe çûbû mala kalikê xwe. Bedena bê ruh ya Leyla duh hat dîtin. Hat zanîn ku cenazeyê Leyla Aydemîr 2 kilometre li dûrî gund li herêma Kurudere ji aliyê gundiyekî ve hat dîtin. Piştî otopsiyê Leyla li Saziya Tipa Edlî ya Erziromê hat kirin, saet di 03.30'an de teslîmî malbata wê hat kirin. Cenazeyê Leyla Aydemîr serê sibê li gund hat defin kirin.