Piştî êrîşan Barzanî daxuyanî da: Çi hewce be dê bê kirin 2017-10-17 19:25:22 NAVENDA NÛÇEYAN- Barzanî, der barê ketina Artêşa Iraqê û Heşdî Şabî ya Kerkûk û Şengalê de daxuyanî da. Barzanî wiha got: “Tiştên li Kerkûkê rû dan, ji ber biryarên hin kes û aliyên siyasî ve rû dane.” Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, der barê operasyona ku Artêşa Iraqê û Heşdî Şabî li hemberî Kerkûkê dan destpêkirin axivî. Barzanî, dest nîşan kir ku tiştên li Kerkûkê rû dan ji ber biryarên hin kes û derdorên siyasî qewimîne. Barzanî wiha got: “Divê gelê Kurdistanê zanibe ku çi hewce bê dê bê kirin.” Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Mesûd Barzanîve hat dayîn hat wiha hat gotin: “Di dîrokê de mafên gelê Kurdistanê hatine eciqandin û bi zilmê re rû bi rû mane. Di dîrokê de gelê Kurdistanê ji bo mafê nasnameya xwe biparêzin tim bi komkujî û qirkirinan re rû bi rû mane. Lê divê gelê Kurdistanê zanibe ku çi hewce bê dê bê kirin. Gelê Kurdistan gavên aştiya ne avêtin, qet şer nexwest. Lê belê em bi şeran re rû bi rû man. Hemû hewldanên me ew bûn ku em bi awayekî aştiyane bigihêjin armanca xwe. Armanca me ya sereke tim asayiş û parastina mafên gelên Kurdistanê bû. Tiştên li Kerkûkê rû dan, ji ber biryarên hin kes û aliyên siyasî ve rû dane. Lê bila gelê Kurdistanê abwer be, çi hewce be dê bê kirin. Wê destekftiyên gelê me, aramî û ewlehiya wê dîsa bê peydakirin. Niha em di yekîtiya aliyên siyasî de bi israr in.”