Ji 7’ê Cotmehê heta niha li Xezeyê 246 rojnamevan hatine qetilkirin 2025-08-26 08:55:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de heta niha 246 rojnamevan hatine qetilkirin.   Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de ji 7’ê Cotmehê heta niha 246 rojnamevan hatine qetilkirin. Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Filistînê ya li Xezeyê, têkildarî rojnamevanên hatine qetilkirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de lîsteyeke navên rojnamevan û xebatkarên medyayê yên ku hatine qetilkirin hate weşandin.    Li gorî lîsteyê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha li Xezeyê di encama êrişen Îsraîlê de hejmara rojnamevanên ku jiyana xwe ji dest dane gîhişt 246’an.    DUH 5 ROJNAMEVAN HATIN QETILKIRIN   Duh di êrişa Îsraîl de 5 rojnamevan hatin qetilkirin. Di êrişa herî dawî de nûçegîhanê wêneyan ê  Ajansa Nûçeyan a Reutersê Husam el-Misrî, kamerevanê televîzyona Qeterê Al Jazeera Muhammed Selame, Meryem Ebu Dekka ya ku di Independent Arabîa û AP’ê de rojnamevanî dikir, rojnamevan Muaz Ebu Taha yê ku li NBC News a Amerîkî dixebitî û rojnamevan Ahmed Ebu Azîz hatin qetilkirin.