Dema karwana leşkerî derbas bû teqîn pêk hat 2018-07-03 09:30:55   COLEMÊRG - Dema karwana leşkerî li navçeya Geverê ya Colemêrgê derbas dibû li ser rê teqîn pêk hat. Gelek ambulans û helîkpoter sewqî qerêmê kirin.      Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dema karwana leşkerî di rêde derbas dibû, li ser rê têqîn pêk hat. Teqîn li ser rêya Oremarê ya navbera gundên Sinava û Şitazinê pêk hat. Pişti teqîn pêk hat gelek ambulans û helikopter sewqî herêmê hatin kirin. Gelek leşkerên di bûyerê de birîndar bûn anîn nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Der barê kuştiyan û hêjmara birîndaran de agahî nehat zanîn. Rêya ku teqîn lê pêk hat jî demekê li trafîkê hat girtin. Li herêmê liv û tevgera leşkerî didome.