Parêzerên Ocalan serî li AYM'ê dan: Hincetên ji bo tecrîdê derhiqûqî ne 2018-07-03 09:02:57   STENBOL – Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bûrsayê derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de biryara "qedexekirina serdêran, pêwendîdanînê û parêzeran" dabû. Parêzerên Ocalan serî li AYM'ê dan û di serlêdana xwe ya îtirazkirinê de destnîşan kirin ku tevahiya hincetên biryarê razber û ne rast in û derhiqûqî ne.    Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê Dadweriya Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hamîlî Yilidirim, Veysel Aktaş û Omer Hayrî Konar ku di Girtîgeha Îmraliyê de ne biryara "qedexekirina serdêran, pêwendîdanînê û parêzeran" dabû. Piştî ku Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bûrsayê ev biryar erê kir, parêzerên Ocalan dosyeyê şandin Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) û îtirazî vê biryarê kirin.    'QANÛNA BINGEHÎN HAT BINPÊKIRIN'   Di serlêdana îtirazkirinê ya parêzeran de hat destnîşankirin ku ev biryara û sepandin di warê hiqûqî de tu raberiyê di xwe de nahebîne û ev biryara ku li gor madeyên 114 û 115'an ên qanûna jimare 5275'an de hatiye dayîn tenê ji bo girtiyên ku di asta lêpirsîn û şopandinê de ne tê sepandin, lê belê serlêdêrên li Girtîgeha Îmraliyê ne girtî, hikumxwar in.    Di serlêdanê de hat diyarkirin ku ev biryara ku Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn xwe spartiyê, di qanûnê de wekî tevdîrên ku bi awayekî ne zelal esas hatiye girtin û wiha hat gotin: "Ji ber ku maf û azadiyên sereke sînordar dike, di warê hiqûqî de pîvana raberkirinê hatiye binpêkirin." Di îtirazkirinê de hat gotin ku ev yek bi her awayî li dijî pîvana Qanûna Bingehîn e."    Di serlêdanê de hat gotin ku qedexekirina hevdîtina bi parêzeran li dijî hiqûqê hatiye kirin. Di îtirazkirinê de hat destnîşankirin ku tevahiya hincetên biryarê razber û ne rast in û hincetên derhiqûqî ne.    Parêzeran di beşa encamê ya serlêdana xwe ya îtirazkirinê de, diyar kirin ku di madeya 17'an a Qanûna Bingehîn û madeya 3'yemîn a Peymana Navnetewî ya Mafên Şexsî û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî û madeyên 20, 22 û 36'emîn ên Qanûna Bingehîn û madeyên 6 û 8'emîn ên Peymanê, madeya 38'emîn a Qanûna Bingehîn û madeya 7'emîn a Peymanê û madeya 141'emîn a Qanûna Bingehîn û madeya 13'emîn a Peymanê ji ber ku hincetên biryara hatiye dayîn tune ne, bi vê yekê madeya 36'emîn a Qanûna Bingehîn, madeya 13 û 15'an a Qanûna Bingehîn û madeya 15, 17 û 18'an ên Peymanê hatine binpêkirin.    MA / Yasin Kobulan