ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-03 09:00:17 * 2 hezar û 700 sal in ava Wan ji ava Gola Rûsayê sûdê digire. Qiralê Ûrartûyê yê II. Rûsa li lûtkeya çiyayên Kûh, Qazan û Erekê bi bendan Gola Rûsayê çêkiriye.  * Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bûrsayê derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de biryara "qedexekirina serdêran, pêwendîdanînê û parêzeran" dabû. Parêzerên Ocalan serî li AYM'ê dan û di serlêdana xwe ya îtirazkirinê de destnîşan kirin ku tevahiya hincetên biryarê razber û ne rast in û derhiqûqî ne.    *  Îktisatvan Prof. Dr. Daron Acemoglu, têkildarî rewşa aborî diyar kir ku Tirkiye di qada aborî de bi rîska serberjêriya şit ve rû bi rû ye.    *  Danişîna doza kameravanê TV 10'ê Kemal Demir dê li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê dê têkildarî tacîz, tecawiz û kuştina zarokan li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (12:30)    * 4'emîn danişîna doza Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê Aysel Tugulk ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira ya Kocaelî girtî ne, ji ber axaftinên xwe yên di rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de kirine tê darizandin dê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê dê bê dîtin. (15.00)    * Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa yek tîp ên girtîgehan dê li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18:00)