Cenazeyê Leylaya biçûk a li Agirî winda bibû hat dîtin 2018-07-02 18:39:24   AGIRÎ – Leyla Aydemîr a biçûk ku li gundê kalikê xwe yê li Agiriyê winda bû, piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin.    Li gundê Bezirhane yê Agiriyê Leyla Aydemîr li gel malbata xwe roja ewil a Cejna Remezanê çûbûn serdana mala kalikê xwe. Piştî lêgerîna 18 rojan bedena bê rih a Leylaya biçûk hat dîtin. Hat zanîn ku dê cenazeyê Leylayê ji bo otopsiyê rakin nexweşxaneyê.