YSK’ê daxwaza jimartina dengan a HDP’a Aydinê red kir 2018-07-02 16:59:23   AYDIN – HDP’ê bi boneya 16 hezar dengên li Aydinê yên ne derbasdar ji nû ve bên jimartin serî li YSK’ê dabû. YSK’ê bi hinceta "delîl têrê nakîn” serlêdana HDP’ê red kir.   Rêxistina HDP’ê ya Aydinê ji bo 16 hezar dengên ne derbasdar serî li Desteyên Hilbijartinê ya navçeya Efeler û Aydinê dabû û her duyan jî red kiribû. Li ser vê yekê HDP’ê ji bo van dengan îtîrazî Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kir. YSK’ê jî serlêdana HDP’ê bi hinceta “delîl têrê nakin” jimartina ji nû ve ya dengan red kir.    ‘DELÎL LI HOLÊ NE’    Hevserokê HDP’a Aydinê Bariş Goze têkildarî mijarî destnîşan kir ku hemû delîlên şênber li ber çavan e û ew ê vê rewşê veguhezînin Dadgeha Destûra Bilind (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û dê dest ji meseleyê bernedin.