Wekîlên HDP’ê yên Rihayê bi gel re civiyan 2018-07-02 14:51:46   RIHA – Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê piştî mazbatayên xwe wergirtin bi gel re civîn li dar xistin.    Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Nîmettullah Erdogmuş, Omer Ocalan û Nusrettîn Maçîn mazbatayên xwe wergirtin. Parlamenteran piştî namzetên xwe wergirtin li avahiya HDP’ê ya Rihayê bi gel re li hev civiyan. Gelek welatî tev li civîna gel bûn. Wekîlan spasiya xwe ji bo gel kir û bi rêzê axivîn.    Parlamenterê Nusrettîn Maçîn da zanîn ku hilbijartina 24’ê Hezîranê di bin siyas çekên eşîr û desthilatdariyê de pêk hat û got: “Li Rihayê polîtîkaya dabeş û parçe bike xistin dewrê. Lê em ê jî bo daxwazên netewa demokratîk ên gelê xwe têbikoşin.”  Parlamenter Ayşe Surucu jî got: “Em ê bibin dengê dayika Emîne Şenyaşar.”    Parlamenter Omer Ocalan jî got: “Bi gotinên radîkal ev mesele nayê çareserkirin.”    Parlamenter Nimettullah Erdogmuş jî got: “Em ê di serdema pêşiya xwe de bibînin ku tekane partiya alternatîf dê HDP be.”