Leyla Guven bêyî parastina xwe bike wê girtin e 2018-07-02 14:39:19   AMED – Derket holê ku Hevseroka KCD’ê Leylga Guven a ku roja înê biryara berdana wê hat dayîn û pişt re li ser îtîraza dozger girtina wê dewam kir, bêyî ku agahî bidin parêzerên wê bi riya SEGBÎS’ê derxistine îfade dayînê û parastina Guven negirtine û biryarê li hember wê xwendine.    Parêzerên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku bû parlamentera HDP’ê ya Colemergê bi boneya bê berdan serî li 9’emîn DadgehaCezayê Giran Amedê dabûn. Dadgehê jî biryara berdana Guven da. Dozger li dijî berdana Guven îtîrazî 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kir. Serdozgeriya Komarê ya Amedê heta ku îtîraz bi encam nebû, biryara derbarê Guven de neşand girtîgehê.    BÊYÎ KU LI PARASTINÊ GUHDAR BIKIN, BIRYARA GIRTINÊ DANE    Dadgeha 10’emîn di heman rojê de îtîraza dozger esas girt û dewama girtina Guven da. Biryara dadgehê îro gihîşt destê parêzeran. Di vê biryara gihîşt destê parêzeran de derket holê ku bêyî ku agahî bidin parêzerên wê bi riya SEGBÎS’ê derxistine îfade dayînê û parastina Guven negirtine û biryarê li hember wê xwendine û biryara girtinê dane.    Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr anî ziman ku ji bo vê qanûn û biryara li dijî rêbazê bê rakirin dê îro serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bin.