Rojnameger Seda Taşkin nehat berdan 2018-07-02 13:00:06   MÛŞ – Nûçegihana me Seda Taşkin a 6 meh in girtî ye cara duyem derket pêşberî dadger. Dadgehê biryara dewama girtina Taşkin da û danişînê taloq kir.    Nûçegihana ajansa me Mezopotamyayê Seda Taşkin 6 meh in bi hinceta dozek wê ya li Mûşê li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin. Danişîna duyemîn a doza Taşkin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin. Dadgehê biryara dewama girtina Taşkin da û danişînek din taloqî 12’ê Îlonê kir.