Daxwaza hevdîtinê dîsa hat redkirin 2017-10-17 18:41:43 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê çê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê ji aliyê serdozgeriyê serlêdana 696’emîn jî hat redkirin. Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Nevroz Uysal, Cengiz, Çiçek û Serbay Koklu ji bo sibê li Girtîgeha Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê çê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê wek hincet qanûn û tevdîrên ku ji bo hikumxwaran hatine çêkirin hat nişandan û serlêdan hat redkirin. Tevî redkirina dawîn, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha ev cara 696’an e ku bi hinceta “muxalefeta hewayê”, “xerabûna kosterê” û “OHAL”ê hevdîtin tê astengkirin.