Ji bo parlamenter Berberoglu serlêdana berdanê 2018-07-02 10:22:22   ENQERE – Parêzerên, Wekîlên CHP’ê Enîs Berberoglu yê girtî ji bo berdana wî serî li dadgehê dan.    Parêzerên, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê ku ji nû ve bû parlamenter Enîs Berberoglu bi îdiaya “belgeyên nepen ên dewletê eşkere kiriye” ya doza TIR’ên MÎT’ê tê darizandin, bi boneya bê berdan serî li dadgehê dan. Parêzeran daxwazname da Serokatiya Daîreya Cezayê 2’yemîn a Dadgeha Herêma Stenbolê. Di daxwaznameyê de hat gotin ku Berberoglu ji nû bûye wekîl û ji bo destnedayîna wî ya qanûndayînê carek din bi dest xistiye.    Berberoglu ji 14’ê hezîrana 2017’an ve girtî ye û di hilbijartina 24’ê Hezîranê de li Herêma 2’yemîn a Stenbolê di rêza yekemîn de hat hilbijartin.