Firatê ji maşîneya zirxî bi birîndarî rizgar bû: Leşkeran mûdaxileyî birîndaran nekirin 2018-07-02 09:02:09   ŞIRNEX - Sedat Firat ê li gundê Elemûn ê Qilabanê dema tevî gundiyên hatin binçavkirin li wesayîta zirxî hat siwarkirin û wexta wesayîta zirxî qulibî bi birîndarî rizgar bû, diyar kir ku leşker zû dajot û got: “Leşkeran mûdaxileyî birîndaran nekirin. Ekîbên ambulansê jî, berî mûdaxileyê kesên rewşa wan giran bikin, mûdaxileyî leşkeran kirin.”     Li gundê Elemûn ê navçeya Qileban a Şirnexê di 29’ê Hezîranê de bi îdîaya “Li ser sînor bazirganî kirine” zarok jî di nav de 11 gundî hatin binçavkirin. Piştî gundî li wesayîta zirxî hatin siwar kirin, qederek şûn de wesayîta zirxî qulibî û di dema qulibandinê de Alî Olmez ê 16 salî mir û 2 jê leşker 13 kes birîndar bûn. Xwendekarê zanîngehê Serdat Firat ê ji maşîneya zirxî bi birîndarî rizgar bû, pêvajoya hatin binçavkirin û bûyera qezayê vegot.    ‘FERMANDAR FERMANA ‘LÊ BIDE’ DA’   Firat, diyar kir ku di saetên destpêka roja bên binçavkirin de, ji ser sinor vedigeriyan malê û wiha axivî: “Leşkeran rêya me girtin. Em neçar man paşve vegerin. Di wê navberê de leşkeran hin zarok binçav kirin, derp kirin. Em 35 kes heya serê sibê neçar man ku ser sînor rawestin. Piraniya wan zarok bûn. Leşker ji wir neçûn. Ji me re gotin ‘Werin emê ji were bibin alîkar.’ Li ser vê yekê em hatin gel leşkeran. Berê  çekê dan singa me û pirsa ‘we cixare li ku derê veşartin’ ji me kirin. Me ji wan re got ‘Ger em birevîna, em teslîm ne dibûn.’ Çend saetan em dibin germa rojê de rawestandin. Yek ji fermandaran fermana ‘ger birevin, gule berdin wan’ da leşkeran. Em li wir rawestiyan.”   ‘LEŞKER ZÛ DAJOT’    Firat, anî ziman ku piştî bi saetan li ser sînor rawestandin, leşker wan dibin taburê û wiha bilêv kir: “Dûre bi 3 maşîneyên zirxî yên tîpa ‘Kirpî’ ji bo îfadeya me bigirin em ketin rê. Em 11 kesên zarok jî di nav de li maşîneyekê siwar kirin û 2 leşker jî danîn gel me.  Çawîşê pispor kemera xwe  girêda. Lê em hişyar nekirin. Min tenê kemer girê da. Leşkerên li ser dîreksiyonê pir zû dajot û bi dengê herî dawî stran guhdar dikir. Gava em gehiştin vîrajê, leşkerê ajokar hakîmiyeta dîreksiyonê winda kir û maşîne qulibî. Zarokên biçûk jî dizanin, bi wê zûbûnê tu wesayît nikarin wê vîrajê derbas bikin.”   'LEŞKERAN ALÎKARÎ NEDAN ME’   Firat, da zanîn ku piştî qezayê hişê wî li serê wî bû û wiha bilêv kir: “Leşkerek  şok derbas kiribû. Ligel hemû bang kirinên min jî, nehat alîkariya min em birîndaran derbixin. Gava min Alî derxist jî, hîna dijiya. Lê piştî demekê jiyana xwe ji dest da. Min hewl da mesaja dil li kesekê bikin, lê çawişê pispor ji min re got ‘dest nediyê.’”   'DEST PÊKÊ MÛDAXILEYÎ SIVÎLÊN BI GIRANÎ BIRÎNDAR NEKIRIN'    Firat, destnîşan kir ku di dema qezayê de, leşkerên di maşîneyên din de destûr nedan gundiyên di maşîneyan kîlît kiribûn derbikevin derve û wiha domand: “Leşkeran gundî asteng kirin. 6-7 leşkerên li ser rê rawestiya bûn jî, ne hatin alîkariyê. Bi fikara dê ‘birevin’ destûr nedan ku em biçin alîkariyê. Mirov hatin alîkariya me. Ambulansa leşkerî ya hat cihê bûyerê jî, dest pêkê mûdaxileyî leşkerên birîndar kir. Dest pêkê mûdaxileyî sivîlên bi giranî birîndar bûn nekirin. Dûre em bi wesayîtên sivîl rakirin nexweşxaneyên Qilabanê.”    Firat di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tekane çavkaniya debara gundê me bazirganiya sînore. Ji bo ku em pêdiviyên xwe derbas bikin, em necarin vî karî bikin.”   MA / Gokhan Altay