Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn 2025-08-14 16:23:36 BEDLÎS - Welat Zal ê YPS’î ku di sala 2016’an di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Boluhê li ser gora xwe hate bibîranîn.    Endamê Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) Welat Zal (Kendal Tetwan) di dema qedexeya derketina kolanan a di 2015-2016’an a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû. Zal, li ser gora xwe ya li gundê Boluhê yê Tetwan a Bedlîsê hat bibîranîn. Endamên malbatê û gelek kes tev li bîranînê bûn.    Birayê Zal Devrîm Zal di bîranînê de got: “Em îro li vir ne tenê ji bo bîranîna bira û ewladê xwe lê ji bo bîranîna egîdê xwe yê 18 salan hevrêtiya me kir, ji bo di rojbûna wî de bi hev re bin hatin vê derê. Di şexsê Welat de em bejna xwe li ber îrade, fedekarî û berxwedana hemû kesên me di têkoşîna azadiyê de winda kirine, ditewînin û wan bi minet bi bîr tînin. Belkî jî daxwaza her mirovekî ye ku bê bibîranîn û neyê jibîrkirin. Lê em dizanin ku yên herî zêde bibîranînê heq dikin; jinên me yên egîd û zarokên me yên fedekar in.”    ‘DI RÊYA AŞTIYÊ DE EM AMADE NE BIBIN HEVRÊ’     Bi domdarî Zal anî ziman ku herî zêde kesên zarokên xwe winda kirin bi qedrê aştiyê dizanin û got: “Me di mala xwe de mirin jiya, ew êş di dilê me de ma. Bi hezaran malbatên şehîdan em ji vê êşê nas dikin. Em wan ji birînên wan û sekna wan a serbilind nas dikin. Xwezî înkarkirina gelê Kurd û Kurdistanê bi salan berê bi dawî bûbûya da ku ev şer qet nehatibûya kirin. Herî zêde dayik û bavên zarokên xwe winda kirin dizanin ka aştî çiqas pêwîst û biqîmet e. Tekane êşa bêçare, bêrîkirina miriyekî ye. Birîna me ber bi sala 10’emîn ve diçe û êşa me hêj mîna roja ewil e. Û êdî divê tu mirov vê êşa nayê vegotin nejî. Çawa ku di dema zilm, înkar, îşkence, û zindanan de em ji têkoşînê re amade bûn; divê were zanîn ku em di vê rêya aştiyê de jî amade ne bibin hevrê.”    Piştî axaftina Zal, nûnerên partiyên siyasî û saziyan jî axaftin kirin.    Herî dawî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Zal û merasîma bîranînê bi dawî bû.