ÎHD: Alaatîn Çakici çima dikare her rojê 11 saetan hevdîtin bike? 2018-07-01 16:11:10   ÎZMÎR - Rêberê rêxistina sûc Alaattin Çakici bi hinceta nexweşiya wî, kê bixwaze dikare her rojê 11 saetan bi wan re hevdîtin bike. Ji ber ku her roj 11 saetan destûra hevdîtinê didin Çakici û destûrê nadin girtiyên din ên nexweş, Parazvanê Mafên Mirovan û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Zafer Încîn bertek nişanî vê yekê da û diyar kir ku çi cudahî di navbera wî û nexweşên din de heye. Încîn, anî ziman ku ev pêkanîn cudakarî ye.    Di demên dawî de Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî Rêberê Rêxistina Sûc Alaatîn Çakici ziyaret kir. Beriya wê jî xwestibû kesên sûcên edlî bên efûkirin. Alaatîn Çakici, gef li Hevserokê Giştî yê HDP'ê  Sezai Temellî û Namzetê serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş xwaribû. Çakici, herî dawî gef li Rojnameya Karar xwaribû. Di van rojên ku Çakici bûye rojev de, derket holê ku Çakici her rojê kê bixwaze dikare 11 saetan bi wan re hevdîtin bike. Her roj dikare di navbera saet 09.00 û 20.00'an de bi kesê dixwaze re hevdîtin bike. Bi rapora tenduristiyê ku Midûrê Tenduristiyê ya Bajar a Kirikkale Feramiş Ender Gunguneş û Serhekîmê Nexweşxaneya Îhtîsasa Bilind Tekin Akça û 6 bijîşkên pispor imze kiriye, destûra ziyaretê dane Çakici. Bi vê yekê derket holê ku li Tirkiye çot standart heye. Ev bû sedema niqaş û bertekan.    JI BO ÇAKICI CUDA Û JI BO GIRTEYÊN NEXQEŞ CUDA YE   Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li tevahiya girtîgehên Tirkiye 402 girtî bi nexweşiyên giran in ên siyasî ku rewşa tenduristiya wan xerab in hene. Disa bi giştî Hezar û 154 girtiyên nexweş ên siyasî hene. Li gel girtiyên edlî yên li Tirkiye ku nexweş in, hêjmar zêdetir dibe. Li gorî daneyên ÎHD'ê li girtîgehan ji sala 2000'an heta niha nêzî 2 hezar û 500 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Li gel vê yekê ji bo girtiyên nexweş yên siyasî tu gavên erênî nehatin avêtin. Girtiyên nexweş di dema xwe de nayên dermankirin. Dema ku wan dibin nexweşxaneyê jî kelepçeyan li ser wan ferz dikin. Girtiyen ku kelepçeyê red dikin jî nayên dermankirin. Dîsa destûr nadin ku ji malbatê kesek bibe çavdêrê nexweşan.    Di Kanûna 2017'an de Nivîskarê girtî Murat Saat ku 21 salin girtî ye, krîza dil derbas kir û dema ji Girtîgeha Tipa T a Bandirma birin nexweşxaneyê di rîngê de jiyana xwe ji dest. Di çileya 2018'an de li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3'ê de girtiyê nexweş Hasîp Gun krîza dil derbas kir. Dema rakirin nexweşxaneyê destê wî bi ranzê ve kelepçe kirin û malbat derxistin derve. Girtiyen nexweş ên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tên girtin Ergin Aktaş, Yusuf Bulut, Êhmede Xemî û Dicle Bozan nehatin dermankirin. Hevditina wan hatin qedexekirin û tecrîda li ser wan girantir kirin. Girtiyên rewşa wan xerab û û di nava şert û mercên xerab de hatin niştin neçar man ku 30 rojan têkevin çalakiya gireva birçîbûnê.    EV YEK BI HIQÛQÊ NAYÊ ÎZAHKIRIN    Li aliyê din ji bo Rêberê Rêxistan Sûc Alaatîn Çakici destûr hat dayîn ku he roj 11 saetan hevdîtin bikin. Parazvanê Mafên Mirovan û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Zafer Încîn bertek nişanî vê yekê da û diyar kir ku çi cudahî di navbera wî û nexweşên din de heye. Încîn, anî ziman ku ev pêkanîn cudakarî ye. Încin, da zanîn ku ev bêhiqûqiyek pir mezin e û li dijî pîvana  wekheviyê ye û wiha got: "Li gorî qanûnan, girtî, dikarin bi malbat, parezer û 3 kesên diyar kirine re hevditin bike. Lê piştî serdema OHAL'ê bi KHK yan mafê hevdîtina parêzer û malbatan hatiye bi sînorkirin. Piştî OHAL'ê hevdîtinê vekirî ji mehekê derxistine 2 mehan. Niha gelek hevditinên girtî yên heftane nayên kirin. Ji bo hevditina bi parêzeran re di demên dawî de daxistine 2 saetan.  Ev sînorkirin û astengiyên li pêş girtiyên siyasî, teqez ji bo Alaattin Çakici derbas nabin. Aşkere cot standart heye. Hemû mafên girtiyên nexweş tê binpêkirin.    DIVÊ HEMAN HESASIYET JI GIRTIYÊN DIN ÊN NEXWEŞ RE JÎ BÊ NÎŞANDAN   Încîn, xwest hasasiyeta ku dewlet ji bo Çakici nîşan dide ji bo girtiyên din ên nexweş jî bide nişandan û got: "Bi salan e em dixwazin mafê wan ê hevditinê û şertê wan bê başkirin. Lê hemû daxwazên me bê bersîv dimînin. Piştî vê yekê nezîkatiya bi vî rengî wîcdanan birîn dikin. Dîsa nîşan dide ku Devlet Bahçelî ji niha û şûnde di brokrasiyê de çiqas bi bandor be dê bê dîtin. "