Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye 2025-08-14 09:27:58   ŞIRNEX - Parlamantera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ku li herêma Bestayê ya lê daristan tên birîn lêkolîn kir, got: "Me qirkirina ekolojiyê li cihê cih lêkolîn kir. Em daxwaz dikin ku ev rewş bi dawî bibe."   Polîtîkayên eko-qirkirinê ku wekî polîtîkayeke şerê taybet tên sepandin, bênavber berdewam dikin. Şirnex di nav wan bajaran de ye ku ev polîtîka herî zêde lê tên sepandin. Zêdetirî pênc sal in, li Çiyayên Gabar û Cûdî, her wiha li Herêma Bestayê, talankirina xwezayê bi awayekî sîstematîk berdewam dike.   Tevî nerazîbûnan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl gelek nerazîbûn û çalakî li dar xistin da ku birîna daran rawestînin. Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê di 29'ê Tîrmehê de li dijî talankirina ekolojîk a li herêmê kampanyeyeke îmzeyan da destpêkirin û zêdetirî 10.000 îmze berhev kirin. Piştî nerazîbûnên zêde, Walîtiya Şirnexê daxuyaniyek da û îdia kir ku birîna daran rawestiyaye.   Di salên 1990'î de, 18 gundên Bestayê ji ber sedemên ewlehiyê hatin valakirin. Ji sala 2018'an vir ve li herêmê dar tên birîn û ji bo veguhestina wan rêyên taybet hatine çêkirin. Depoya daran a li herêma Bişiye Reş ku wekî deriyê Bestayê tê hesibandin, tenê 500 metre dûrî Qereqola Mîllî (Berê Adga) ye. Bi tonan darên berûyê, yên hatine birîn û komkirî, li wir tên sekinandin. Bi tonan darên din jî li herêma Milkê Tavê ku 3 kîlometre dûr e û çavkaniyên termal lê hene, hatine komkirin.   Qirkirin daran li herêmên Besta yên di nav sînorên bajarê Şirnexê de dest pê kir, ji bo herêma Girê Guza ya li gundê Omyanis ê navçeya Berwarî ya Sêrtê hat veguhastin.   Şandeyek ku di nav wan de Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî hebû, li Bestayê ku birîna daran lê tê kirin, lêkolîn kir. Newroz Uysal Aslan li ser dîmena ku dîtine axivî.      Newroz Uysal Aslanê got: "Em encamên bi salan ji ber birîna daristanan dibînin. Ewlehî wekî bergiriyek tê pêşkêşkirin, lê ev êrişek li ser bîrê bi xwe ye. Kesên ku digotin, 'Ez ê rojekê vegerim gundê xwe' niha bi rastiya ku herêma bêmirov û ji daran hatiye bêparkirin re rû bi rû ne. Gelek serlêdanên qanûnî bi ser neketin. Rayedar hewl didin ku bi nêzîkatiyek ku hev du ji berpirsiyariyê xalî dike, eko-qirkirinê bidomînin."     Newroz Uysal Aslanê bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Şirnexê da û got: "Me bi çavê xwe dît ku ev ne rast e. Dîmena ku me dît, walîtiyê piştrast nake. Darên hatine birîn li vir hatine komkirin. Berê dar dibirin nava Şirnexê, lê niha ji ber bertekan rêyên taybet hatine çêkirin. Em bi polîtîkayeke eko-qirkirinê ya di bin çavdêriya cendirme û leşkeran re rû bi rû ne. Me eko-qirkirina ku encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye, li cihê cih lêkolîn kir. Em dixwazin ev yek bi dawî bibe. Tenê bidawîkirin jî têr nake. Berpirsên darbirîna bi salan kî ne? Kê ev îhale çêkirin? Bi rêya kê zext li gundiyan hat kirin? Bêyî rizaya gundiyan dar hatin birîn. Van daran dibin ku derê? Firotine kê? Kê ji vê qezenc kiriye? Divê ev bên eşkerekirin. Di warê hiqûqî de divê lêpirsîn bên vekirin û ceza bên birîn."    Newroz Uysal Aslanê bal kişand ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin û got ku darbirîn û ekoq-qirkirin parçeyeke şerê taybet e. Newroz Uysal Aslanê xwest ku demildest dawî li vê qirkirina ekolojiyê bê.    MA / Emrûllah Acar