MEB'ê dibistana Alman a Îzmirê girt 2018-07-01 15:29:44     ÎZMÎR - Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) Dibistana Alman a li Îzmirê girt. Wezareta Karên Derve ya Alman, hinceta girtinê ya zagonî ji Tirkiye pirsî.      Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB), Dibistana Alman a Taybet a Îzmirê ku li Navçeya Urla ya Îzmirê ye û girêdayî Sefaretxaneya Enqereyê ye bêyî hinceta zagonî nîşan bide girt. Têkildarî vê yekê Wezareka Karên Derve ya Alman daxuyanî da û hinceta zagonî ji Tirkiye xwest. Têkildarî mijarê Sefaretxaneya Alman daxuyanî da û diyar kir ku dibistan roja Penceşê (28 Haziran) hatiye girtin. Sefareta Alman, diyar kir ku Tirkiye der barê girtina dibistanê de tu daxuyanî û hincet nîşanî wan nedaye û xwest Tirkiye têkildarî girtina dibistanê daxuyaniyê bide.    Li gorî Nûçeya Ajansa Nûçeyan a Alman DPA ya Deutsche Welle, hat diyar kirin ku Mididûrê Dibistana Alman a Taybet Dirk Philippi, destnîşan kiriye ku Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Îzmirê heyeta  navçeya Urla li gel polîsan hatine dibistanê û ji bo girtina dibistanê bi devkî û nivîskî teblîgî wî kirine. Midûr, da zanîn ku hincet wekî kêmasiyên zagonî hatiye nîşandan û xwestine dibistan bê girtin. Philippi, bertek nîşanî bûyerê da û anî ziman ku ew wekî ku dembari hatibe girtin dihesibîne   Li Dibistanê ji 2 salî heta 20 salî nêzî 180 zarok perwerdehiya zimanê almanî dibînin. Nêzî 40 xebatkarên dibistanê hene.