Hakan Fîdan dîsa li HSD hedef girt 2025-08-13 14:04:12 ENQERE - Wezîrê Karên Derve yê Enqereyê Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Şamê Şeybanî re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Fîdan careke din HSD hedef girt û di dijbertiya Kurdan de israr kir.    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Şamê Esad Hasan Şeybanî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê jî daxuyaniyeke hevpar hat dayin.    Fîdan, bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hedef girt. Têkildarî geşedanên li Siwêdayê jî Fîdan Îsraîl hedef girt û got: “Yek ji aktorên herî mezin a wêneyê tarî ya li Siwêdayê Îsraîl e.” Tevî daxuyaniyên HSD’ê yên di çarçoveya mizakerayan de jî Fîdan HSD hedef girt û got: “Dibêjin qey Mitabeqeta 10’ê Adarê wan zêde eleqedar nake. Dibêjin ku pêvajoya ‘Tirkiyeya bêteror’ a li Tirkiyeyê jî wan eleqedar nake. Piştî 10’ê Adarê û pêvajoya li Tirkiyeyê, em dibînin ku tu geşedaneke rêxistinê ya li Sûriyeyê pêbaweriyê dide nînin.”    Şeybanî jî destnîşan kir ku Îsraîl ji bo ewlehiya Sûriyeyê gefek e û got: “Jinûveavakirina Sûriyeyê û rabûna wê ya ser pêyan pir krîtîk e. Em hemû kesî hişyar dikin ku li Sûriyeyê kaos dernekeve. Divê welat piştgiriyê bidin me. Duh li Urdunê em bi Sefîrê DYA’yê Barrack re hatin gel hev. Em li ser mijara Siwêdayê axivîn. Tiştên li Sûriyeyê diqewimin, bûyerên ji hêla Îsraîlê ve tên derxistin in. Em dixwazin pêvajoya aştiyê hebe. Siwêyda di dîroka Sûriyeyê de xwedî cihekî girîng e. Durzî, parçeyeke civaka Sûriyeyê ne.”