Waliyê Sêwasê: Di elehê hikûmetê de drûşmeyan berz bikin em ê mudaxale bikin 2018-07-01 15:13:33   ENQERE - Beriya Komkujiya Sêwasê ya 25 sal berê di 2'ê Tîrmehê de li Sêwasê pêk hat bê bibîranîn, Waliyê Sêwasê Davût Gul, nûnerên saziyên civakî ku bi wîre hevdîtin kir hişyar kir. Nûnerên saziyan Ozgur Kaplan, diyar kir ku walî ji wan re gotiye "Ger hûn di elehê Serokomar û hikûmetê de dirûşmeyan berz bikin em dê mudaxaleyî bîranînê bikin." û ew hişyar kirine.    Sibê 2'ê tîrmehê ye. 25 sal berê di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Sêwasê komkujî pêk hat. Saziyên civakî û rêxistinên elewî dê sibê li Sêwasê bernameya bîranîna kesên hatin kuştin pêk bînin. Bernameya 2'ê Tîrmehê diyar bû. Ji bo bîranîna 33 kesên ku di nav de nivîskar, rewşenbir, hunermend hebûn û di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, dê cemxaneyên aydî Vakfa Çanda Anadolu ya Haci Bektaşi Velî û Komeleya Çanda Elewiyan a Seyrantepeyê bernameya bîranînê bê lidarxistin. Bername dê saet di 11.00'an de bê cem hev û piştre meşek girseyî pêk bîne. Girse dê hat Otela Madimakê bimeşe û li wir mîtîngê pêk bîne.    LI BENDÊ YE BI HEZARAN KES BEŞDAR BIBIN   Bernameya bîranînê ku li bendê ye bi hezaran kes beşdar bibin, dê hunermend, nivîskar, rewşenbir, nûnerên komele, rêxistinên civakî û demokratîk, kedê, pîşeyî, partiyên siyasî û gelek rêxistinên din dê amade bibin.   PARLAMENTERÊN HDP'Ê JÎ DÊ AMADE BIBIN   Rêveber û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî dê beşdarî bernameya bîranînê bibin. Li gorî agahiya ku Endama MYK'ê ya HDP'ê Çîlem Ozkeleş da, berdevkê HDP'ê  Ayhan Bilgen, Parlamenterê HDP'ê Alî Kenanoglu, Kemal Bulbul, Zeynel Ozen, Tulay Hatimogullari û Velî Saçilık dê amade bibin. Dîsa parlamenterên CHP'ê jî dê amade bibin.      WALÎ HIŞYAR KIR   Rêveberên Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal beriya bernameyê bi Waliyê Sêwasê Davut Gul re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de Waliyê Sêwasê Davût Gul, nûnerên saziyên civakî ku bi wîre hevdîtin kir hişyar kir. Sekreterê Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal Ozgur Kaplan, diyar kir ku walî ji wan re gotiye "Ger hûn di elehê Serokomar û hikûmetê de dirûşmeyan berz bikin em dê mudaxaleyî bîranînê bikin" û ew hişyar kirine.