Serlêdana AKP'ê ya duyemîn li Mûşê hat redkirin 2018-07-01 14:27:47   MÛŞ - AKP'ê li Mûşê piştî encam ji jimartina dubare negirt, dîsa encama sindoqan îtîraz kir û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî da. Lê Lijneya Hilbijartinê ya  Bajar serlêdana AKP'ê red kir.    AKP’ê Piştî encama hilbijartina 24'e Hezîranê aşkere bû, li Mûşê encama hilbijartinan îtîraz kir. Li ser îtîraza AKP'ê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar, li hemû navçe û navenda bajar sindoq dubare jimartin. Piştî dubare jimartina hilbijartinê li navçeyên Korkut, Gimgin, Melezgîrt û Xaskoyê bi dawî bû. Li Kopê 123 sindoq hatin jimartin. Li bendê ye ku 29 sindoqên din jî îro temam bibin.    AKP'Ê 13 Û HDP'Ê JÎ 72 DENG WINDA KIRIN   Di encama jimartina dubare de, li Xaskoyê AKP'ê 12, HDP'ê 4 deng winda kirin. Li Korkutê jî AKP'ê 2, HDP'ê 18 deng winda kirin. Li Gumgumê AKP'ê 4 deng zêde kirin û HDP'ê jî 29 deng kêm kirin. Li Melezgîrtê jî AKP'ê 3, HDP'ê 21 deng kêm kirin. Li Kopê jî jimartina dengan berdewam dike.      AKP'ê piştî encam ji jimartina dengan nestend, vê carê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da. Lê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar serlêdana AKP'ê red kir.