Fincanci: Daraza ku rê li pêş gefan bigire tune 2018-07-01 14:10:44   STENBOL - Hevseroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye Şebnem Korur Fîncanci, têkildarî gefa Wezirê Karên Hundir Suleyman Soylu ku li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan xwar, diyar kir ku ev yek li dijî rêgezên mafên mirovan û hiqûqê ye û wiha got: "Ger ku mekanizmaya civakê ya guncav hebûya, dê daraz li dijî kesê ku gefan dixwe bi lez têketa nava tevgerê û hesap bipirsiya. Lê mixabin daraza ku vê yekê kontrol bike tune ye."    Wezîrê Kerên Hundir Suleyman Soylu piştî hilbjartinê telefotî Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan kir û gefa “Em dê hedê we bidin. Êdî mafê we yê jiyanê tune". Bertek û nerazîbûnên li dijî gefa Soylu her ku diçe zêde dibe. Gelek siyasetmedar, hunermend û parazvanên mafên mirovan bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev yek nayê qebûlkirkirkirin.    ‘DIVÊ DOZGER LI SOYLU LÊPIRSÎNÊ VEKE'   Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, bertek nîşanî helwesta Soylu da û wiha got: “Soylu li gorî siyasetê bê nezaketî kiriye. Di milê hiquqê de jî gel teşwîkî kîn û nifrînê kiriye. Sûcê tahrîkê kiriye. Divê dozger têkildarî vê yekê bi lez têkeve nava tevgerê. Îktîdara îro gel dike dijminê hev û tîne hemberî hev. Ger ku îdîaya wan a gel li hev bîne hebe, divê bi lezgîn Soylu ji peywirê bigirin. Ger ku Soylu ji peywirê negirin û rexnedayîna xwe nedin tê wateyê ku îktîdar jî vê polîtîkayê diparêze. Em di vê pêvajoyê de pir bi fikar in."    ‘KESEK HATIBE KUŞTIN DIVÊ BERPIRIYAR BÊ DÎTIN   Yolerî, anî ziman ku ger kesek hatibe kuştin divê berpirsiyar bê dîtin û darizandin û wiha berdewam kir: "Ji bo ronîkirna vê yekê divê bang li dozgeran bikin ku bûyerê ronî bikin. Lê wekî ku Soylu daxuyani da HDP’ê û kurdan tawanbar dike. Bi vî rengî kesan di bin gumanan de dihêle. Bi vê daxuyaniyê rê li pêş tundiyê û cudakariyê vedike. Ger ku li gel vê yekê hêj Soylu erk û peywira xwe berdewam dike, xuya dibe ku îktîdar jî vê polîtîkayê diparêze û piştgiriyê dide vê polîtîkayê."    ‘SALÊN 90’Î DERBAS KIR'   Yollerî, da zanîn ku dewlet xwedî karekterek ku tundiyê diparêze û wiha berdewam kir: "Karakterek dewletê heye. Dewlet bi biryare vê karaktera xwe ya tundiyê biparêze. Ev karakter demokrasiyê û mafên mirovan naparêze. Rê lipêş wê digire. Di karaktera wê de îdam, îşkence, koçberî, kuştinên nediyar, hene. Di pêvajoya nû de em rastî rê û rêbazên cuda tên. Li vî welatî di qedexeyên derketina derve yên bajaran de operasyonên hatin kirin qet nedît. Bi qasî ku mirov van qedexeyên derketina kolanan û yên salên 1990’î nikare beramberî hev bike pir cuda bûn. Niha asta vê yekê bilintir bûye. Îro tiştêk ku qet neyên qebûlkirin pêk tên û em dibînin. Îro şertê Em îro ne di salên 90’î de ne, Di pêvajoya Yekîtiya Ewropayê (YE) de dewletê bê xwestin neçar mabû gavan ber bi demokrasiyê ve bavêje. Lê piştî demekê dîsa qetînek çêbû. Piştî ev pêvajo qetiya êdî xerabtir bû."  Piştî gotina Soylu di pêşerojê de mirov nizane dê çi bibe. Ger ku civak zêde bertek nîşanî vê yekê bide dibe ku rê li pêş ve yekê bigire."    'LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E'    Seroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye Şebnem Korur Fîncanci, jî têkildarî gefa Soylu ku li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan xwar, diyar kir ku ev yek li dijî rêgezên mafên mirovan û hiqûqê ye û wiha got: "Ger ku mekanizmaya civakê ya guncav hebûya, dê daraz li dijî kesê ku gefan dixwe bi lez têketa nava tevgerê û hesap bipirsiya. Lê mixabin daraza ku vê yekê kontrol bike tune ye. Gef û çavtirsandin li dijî pîvanên civake ne. Ev li dijî mafên mirovan e. Ev gefên bi vî rengî li dijî pîvanên civakbûnê ye jî. Li dijî peymana civakbûnê ye. Yên ku zêde gefan dixwin mirov dikare bi feraseta faşizmê ve girê bide. Ev rewşek pir taluke ye. Kesên hêz di destê wan de be tundiyê rewa dikin. Tundiya li ser kesên din rewa didin nîşan û tundiyê ji bo xwe maf dibînin. Ev zilm e. Ji ber vê yekê Tirkiye êdî ji civakbûnê derdikeve û hev wêde dike. "    'DARAZA KU VENÊRTINÊ BIKE TUNE'    Fincanci, da zanîn ku Tirkiye mekanîzmaya rê li pêş binpêkirina mafên mirovan bigire nemaye û di vî milî de daraza ku rê li pêş tundiyê û binpêkirinê bigire ji holê rabûye. Fincanci, destnîşan kir ku rêveberiya Tirkiye ketiye nava rewşek otoriter û wiha got: Gelên ku li welatê me ji bo mafên xwe yên bingehîn bi dest bixe betelên mezin dan, feraseta ku destûr nadin vî mafê xwe biparêzin heye. Em dibînin ku saziyên serdest ji bo her dem îktîdarê di destê xwe de biparêzin serî li rêbazên tundî didin. Ji salên 70’yî heta darbeya 80'yî. Dîsa ji 80 heta salên 90’an ku li bajarên kurdan gund hatin xerakirin û şewitandin, mirov ji aliyê failê diyar ve hatin kuştin. Nirxên hevpar ên mirovahiyê ji holê hatin rakirin. Wezareta Karên Hundir ku berpirsiyarê aştiya navxweyî ye, em dibînin ku di qada siyasetê de zimanê cudakarî tundiyê esas digire, li aktora partiyek siyasî digere û gefên kuştinê lê dixwe. Li welatên ku girêdayî pîvanên demokratik û serdestiya hiqûqê tiştekî wisa ne pêkan e."    'BULDAN NE XERÎBÊ VAN GEFAN E'   Fincanci, herî dawî destnîşan kir ku ji bo parastina nirxên civakê pêdivî bi heqîqetê heye û wiha bi dawî kir: “Ger ku li vî welatî heqîqeta ku ermenî rastî komkujiyê hatine em di hişê xwe de bi cih nekin, ger ku em hevre bijîn, divê tişta bi serê wan de ha tiye em dubare nekin. An jî li Derya Reş, di pêvajoya mubadele de, di bernameya Cûhiyan de, di bûyerên 6-7'ê Îlonê de çi pêk hat divê em bînin bîra xwe. Em bi xwe vê yekê li xwe mikur bên. Ger ku em vê yekê nînin bîra xwe û em bi hêzê di destê xwe de li ser yên din hikûm bikin, nabe. Ji xwe tişta bi serê kurda de tê ez nahesibînim. Ew ji xwe komkujî ye. Wekî komkujiyên din ku em nikarin nav lê bikin, hemû rengên ruyê dewletê di nava 40 salan de xwe da der. Ji ber vê yekê gefa li dijî Pervin Buldan bawerim ji bo Pervin Buldan ne tiştekî nû ye. Buldan bi salan berê dema hevserê xwe winda kir rastî vê rastiyê hatibû."    MA / Elif Çetiner