Îdîanameya parêzvanê mafên mirovan hat qebûl kirin 2017-10-17 14:54:51   STENBOL – Îdîanameya derbarê 8 jê girtî 11 parêzvanê mafên mirovan de hatî amadekirin, hat qebûlkirin.  Ji bo parêzvanan ji 5 salan heya 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Doz dê di 25’ê Cotmehê de bê dîtin.    Li Buyukada ya Stenbolê di 5’ê Tirmehê de, 11 parêzerên mafên mirovan ên di civînê de bûn hatin binçavkirin. Îdîanameya parêzeran ji aliyê 35’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat qebûl kirin. Doz dê di 25’ê Cotmehê de li Edliya Çaglayan Stenbolê bê dîtin.      Dozgerê Buroya Sûcên Teror û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Can Tuncay îdîaneme amade kir. Nûnerê Efû yê Rêxistinên Tirkiyeyê Taner Kiliç ku civîna Buyukada amadekiriye, lê bi îdîaya bylock bikar tîne, li Îzmîrê hat binçavkirin. Parêzerên din jî li Buyukada di civînê de hatin binçavkirin.     XWESTIN KAOS DERBIXIN   Dî îdîanameyê de hat îdîakirina ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu bi “Meşa Edaletê” xwestiye kaos derbixwe.    15 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ TÊ XWESTIN   Di îdîanameyê de bi sûcdariyên “Endamê rêxistina bi çek” û “Alîkarî dayî rêxistina bi çek” ji 5 salan heya 15 salan cezayê girtîgehê ji parêzaran re tê xwestin.     Navên parêzerên derbarê wan de doz hatin vekirin wihane: “Welatiyê Almanya Peter Frank Steudtner, Welatiyê Îsveç Alî Ghravî, Endamê Komeleya Hemwelatiyan Nalan Erkem, ji Koalîsyona Jinan Îlknur Ustun, Nûnerê Efûya Rêxistinên Tirkiyeyê Taner Kiliç, Dîrektorê Navneteweyî ya Efûya Rêxistinên Tirkiyeyê Îdîl Eser, endamê Rêveberê Lijneya Navneteweyî ya Efûya Rêxistinên Tirkiyeyê Velî Acu, ji Komeleya Rojava Mafê Mirovan Gunal Kurşun, ji Komeleya Şopandina Mafên Wekhev Nejat Taştan, ji Komeleya Hemwelatiyan Ozlem Dalkiran û Aktîvîstê Mazlum Der ê berê Şayhmus Ozbeklî.