Koçyîgît: Em li Mûşê edliyê terk nakin 2018-07-01 10:08:54     MÛŞ - Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji nûve jimartina dengan a li ser îtîrazan rexne kir û wiha got: "Feraseta ku dixwaze vîna gel xezp bike heye. Gelê me dê li vîna xwe xwedî derkeve û li dijî vê ferasetê hestiyar tev bigere. Yên ku dengê xwe dan AKP’ê jî bi bertek in. Em li edliyê ne û em edliyê terk nakin."    Piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê ya Parlamenterî û Serokomariyê bi dawî bû, li Mûşê HDP'ê ji 4 parlamenteran 3 parlamenter bi dest xist. Lê AKP'ê bi vê yekê qeyil nebû û zext li ser Lijneya Hilbijartinê ya Bajar kir ku dubare dengan bijmirê. Li ser îtîraza AKP'ê, Lijneya Hilbijartinê ya Bajar li Edliyeya Mûşê dubare dengan dijmirê. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî dubare jimartina dengan da û diyar kir ku ew dê heta dawî edliyê terk nekin û li dengên xwe xwedî derkevin. Kiliç Koçyigît, anî ziman ku li ser îtîrazên AKP’ê dubare deng tên jimartin û wiha got: "Serkeftina AKP'ê ne rewa ye. Di bin şertên OHAL'ê de hilbijartin pêk anî. Hemû derfetên dewletê xistin xizmeta xwe. Di bin siya polîs û leşkeran de hilbijartin pêk hat. Hilbijartinek wekhev û adîl pêk nehat. Serkeftina ku AKP'ê ji hilbijartinê bi dest xistiye ne serkeftin e. Bi hêza dewletê ev serkeftin bi dest xistiye."    'AKP JI BO WINDA NEKE SERÎ LI HEMÛ RÊBAZAN DIDEK'   Koçyîgît, da zanîn ku Lijneya Hilbijartina Bajar li ser îtîraza AKP'ê dubare dengan dijmerê û ev jimartin ne li gorî zagon û hiqûqê ye û wiha bi dawî kir: "Dema em li 3 salên dawî binerin, em dibîn ku AKP dixwaze çi bike. Piştî 7'ê Hezîrê HDP’ê serkeftinek mezin bi dest xist. Em dibînin ku AKP’ê çawa searî li rêbazên tundî û şer daye. Gotin 'Ger ku en em bin dê torosên sipî bên' Bi vê yekê gef li hemû civakê xwar. Piştî wê rojê zext u tundiya AKP’ê ya l.i ser civakê zêde bûye. Lê gel bi berxwedan û serîrakirina xwe hemû polîtîkayên AKP'ê pûç kirin. AKP ji bo tirsê ava bike em bûyera li Pirsûsê ya berî 24'ê Hezîranê dibînin. Tevî hemû tundî, zext û derfetên dewletê 300 wekîl derbas nekirin. Li vir gel berteka xwe nîşan da."    'EM EDLIYÊ TERK NAKIN'    Koçyigit, da zanîn ku AKP  zorê li ser YSK'ê dike ku 2 wekîlan bi zorê ji Mûşê bistîne û wiha bi dawî kir: "AKP vê carê serî li hîle û zordariyê dide. Ger ku encam bê guhertin tu rewatiya vê hilbijartinê namîne. AKP armanc dike wekîlekî bi zorê ji me bistîne. Lê em û gel em edliyê terk nakin. Nobeta me ya li Edliyê didome. Yên ku dengê xwe dan AKP’ê jî ji vê helwesta AKP'ê bêzar in.  Koalîsyona AKP û MHP’ê ya li Meclîsê Koalîsyona li djî gelên Kurd e. Erdogan di axaftina xwe ya balkonê de tiştekî asayi negot. Diyar kir ku dê polîtîkayên tundî û yekperestiyê berdewam bike. Em dê li dijî vê yekê têbikoşin û li ber xwe bidin."    MA / Ozgur Paksoy - Devran Toptaş