‘Rêveberiya welatekî ya bi gefan karê rejîma dikta ye' 2018-07-01 09:42:41   AMED - Bertekên li dijî gefên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan xwar berdewam dikin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Buluttekin bertek nîşanî helwesta Wezîr Soylu da û wiha got: “Ger ku rêvebirina welatekî bi gef, şantaj û tundiyê be, ew dibe karê rejîma diktayê. Em vê yekê qebûl nakin."    Wezîrê Karên Hundur Suleyman Soylu piştî hilbijartinê telefonê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan geriya û gefa kuştinê lê xwar. Li dijî gefa wezîr Soylu bertek û nerazibûn berdewam dikin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Buluttekin bertek nîşanî helwesta Wezîr Soylu da û wiha got: “Ger ku rêvebirina welatekî bi gef, şantaj û tundiyê be, ew dibe karê rejîma diktayê. Em vê yekê qebûl nakin. Ev gef nayên qebûlkirin. Em bi îktîdar û rêveberiya ku welat têxe nava kaosê re rû bi rû mane. Dixwaze li vî welatî kesên muxalif wekî teror nîşan bide. Dixwaze tune bike. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em wekî HDP'ê li çar aliyê Tirkiye xwedî endam û dildar in. Bingeha HDP'ê li tevahiya Tiriye belav bûye. Soylu di şexsê Buldan de hemû tabana gel dike hedef."    'EV NE LI GORÎ SINCÊ MIROVAN E'    Buluttekîn, da zanîn ku ev helwesta Soylu li dijî pîvan û sincê mirovahiyê ye û wiha bi dawî kir: "Soylu ji bo dîsa bibe wezîr, ji bo dîsa piştgiriya Koalisyonê bistîne gefan li HDP'ê dixwe. Heqaret û gefên ku li nûnerên partiya me dixwe ne heddê wî ye. Ewil xwestin HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Lê bi ser neketin niha gefan dixwin. Wezîrê Karên hundir bi dehan caran li dijî partiya me bi gotinên nifrînê gef li partî û rêveberiya partiya me xwarine. Divê li vî welatî hiqûq û qanûn li gorî kesan neyê guhertin û ji bo her kesî wekî hev be. Em dê şopdarê vê yekê bin."