Cenazeyê ji bo testa DNA ji gorê derxistin 5 meh şûnde teslîm kirin 2018-07-01 09:22:42   SÊRT - Cenazeyê Ramazan Ateş ê dema li dijî DAIŞ'ê li Bakurê Sûriye şer dikir, jiyana xwe ji dest dabû û li navçeya Misircê ya Sêrtê hatibû definkirin, 5 meh berê bi biryara dozgeriyê ji goristanê derxistibûn û ji bo testa DNA şandibûn Stenbolê. Cenazeyê Ramazan Ateş piştî ji goristanê derxistin 5 meh şûnde teslîmî malbatê kirin.    Endamê YPG'ê Ramazan Ateş, dema li Bakurê Sûriye li dijî DAIŞ'ê şer dikir di 14'ê Tebaxa 2014'an de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî cenazeyê endamê YPG’ê Ramazan Ateş (Rızgar Şivan) li navçeya Misircê ya Sêrtê hat defin kirin, bi fermana dozgeriya Sêrtê di 11'ê Çileya 2018'an de bi sedema ku cenaze ne aydî Ateş e ji goristanê hat derxistin. Piştî cenazeyê Ateş ji goristanê derxistin û ji bo testağ DNA'yê şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê 5 meh şûnde dîsa cenaze teslîmî malbatê kirin. Ewil dozgeriyê der barê cenazeyê Ateş de agahî neda malbatê. Piştî demekê malbatê dîsa pirsa cenazeyê Ateş ji Dozgerê Sêrtê kirin, lê dozgeriyê got "Hêj tu agahî tune ye" Piştî 5 meh derbas bû û testa DNA hat kirin cenazyê Ramazan Ateş 5 meh şûnde teslîmî malbatê kirin. Malbata Ateş ku cenaze 29 meh şûnde teslîm girtin li goristana taxa Yenî ya Misircê disa defin kirin.