Bi gaza îsotê mudaxile kirin û 4 kers binçava kirin 2017-10-17 14:15:43   EMQERE - Çalakiya Kolana Yukselê ya “Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 343’yan de domiya. Polîsan bi gaza îsotê mudaxileyî çalakgeran kirin û 4 kes binçav kirin.    Çalakliya greva birçîbûna ya Akademîsyên Nuriye Gulmen û mamosta Semîh Ozakça ku bi biryara KHK’ê ji kar hatin  avêtin di roja 223’yan de berdewam kir. Piştgirên Gulmen û Ozakça karkerên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 343’yan de jî çalakiya xwe domandin.     GAZA ÎSOTÊ BERDAN RÛYÊ ÇALAKGERAN     Çalakgeran xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bibin. Polîsan destûr neda daxuyanî bidin. Li ser vê yekê çalakger li Kolana Konurê kom bûn û xwestin daxuyanî bidin. Polîsan cardin destûr neda û pankarata “Nuriye û Semîh di roja 223’yan de di greva birçîbûnê dene” çarandin. Polîsan gaza îsotê berdan ser û rûyên çalakgerên li xwe dan.     Di heman demê de polîsan 4 kesên binçava kirin li maşineyên zirxî siwar kirin û qadê derketin.