Li Brezîlyayê qeza: 11 kes mirin 45 kes birîndar bûn 2025-08-10 11:38:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brezîlyayê di qezaya trafîkê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn.    Li Brezîlyayê otobûsa rêwiyan û kamyonekê qeza kir. Di qezayê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn. Li gorî çapemeniya herêmî, otobûsa rêwiyan a ku ji bajarê Cuiabayê bi rê ket, li nêzî bajarokê Lucas do Rio Verdeyê li kamyoneke pembûbarkirî xist.    Di qezayê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, rewşa 11’an jê giran 45 kes jî birîndar bûn. Piştî agahdarkirina ji rewşê, gelek ambulans û komên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Têkildarî sedema qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.