Yek jê di wesayîta zirxî de yek jê jî di bombeberanê de mir 2018-07-01 09:02:33   ŞIRNEX - Li gundê Elemûnê Alî Olmezê 16 salî dema tevî gundiyên hatin binçavkirin li wesayîta zirxî hat siwarkirin, wexta wesayîta zirxî qulibî mir. Derket holê ku kekê wî Macît Olmez jî di sala 2015'an de di bombebarana balafirên şerî F-16'an de miriye.    Duh li gundê Elemûn ê navçeya Qileban a Şirnexê bi hinceta li ser sînor bazirganî kirine zarok jî di nav de 11 gundî hatin binçavkirin. Piştî gundî li wesayîta zirxî hatin siwar kirin, biq ederekê şûn de wesayîta zirxî qelibî û di dema qulibandinê de Alî Olmezê 16 salî mir û 2 jê leşker 13 kes jî birîndar bûbûn.   PIştî qezayê 11 gundiyên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li Şirnex û Qilebanê. Ji 11 gundiyan 9 jê hatin tabûrcîkirin. Ji birîndaran Vahît Olmez li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê tedawîkirin û Kadîr Olmezê 17 salî jî sewqî nexweşxaneyeke Êlihê hat kirin. Li gorî agahiyên bi dest ketin, dibe ku lingekî KAdîr Olmez bê jêkirin.    Derbarê rewşa 2 leşkerên di qezayê de birîndar bûn de, agahî bi dest neketin.    KEKÊ WÎ DI BOMBEBARAN F-16'AN DE MIR    Derket holê ku kekekî Alî Olmezê ku di qezaya duh de mir û li gund hat definkirin, di sala 2015'an de di bombebarana balafirên şerî F-16'an de miriye. Kekê wî Macît Olmez di 11'ê Kanûna 2015'an de dema tevî hevalê xwe Hurşît Olmez bazirganiya li ser sînor dikirin, balafirên şerî F-16 ew bombebaran kirine û Macît Olmez tevî hevalê xwe miriye.    Hat hînbûn ku birayê wî Egît Olmez jî di sala 2013'an de li Kobaniyê di pevçûnekê de miriye.