Nûçegîhanê di DÎHA'yê de xebitî bi 'endamtiya rêxistinê' tawanbar kirin 2018-07-01 09:01:29     DENÎZLÎ – Îdinameya rojnamevan Gokhan Oner ku di 28'ê Nîsanê de li Denîzliyê hat girtin hat amadekirin. Di îdianameyê ji ber ku Oner di DÎHA'yê de xebitiye wekî "endamê rêxistinê" hat tawanbarkirin. Her wiha herçar kesên ku b Oner re hatin binçavkirin jî, stranên kurdî yên di telefona wan de wekî hinceta "propagandaya rêxistinê" hatin nîşandan.    Serdozgeriya Komarê ya Denîzliyê derbarê nûçegihanê DÎHA'yê (ku bi KHK'ê hat girtin) Gokhan Oner ku di 28'ê Nîsanê de hat binçavkirin û hat girtin û derbarê Mehmet Dîler, Erol Beler, Muhlîs Kayar û Eyyup Hansû ku tevî Oner hatin binçavkirin lê hat berdan de îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Denîzliyê îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de hat xwestin ku her 4 kesên hatin berdan ji ber "propagandaya rêxistinê" ji salekê heta 5 salan û Oner jî ji ber "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" ji 10 salan heta 20 salî bê cezakirin.    STRANÊn kurdî SÛC HATIN HESIBANDIN    Oner û herçar kesên li gel wî li ser îxbarekê hatin binçavkirin. Piştî di lêgerîna li mala wan de tiştekî ku "sûc" bê hesibandin nehat dîtin, vê carê stranên kurdî yên di telefona Mehmet Dîler de sûc hatin hesibandin.    Parvekirinên li ser medyaya civakî yên Eyyup Hansû û Erol Bîler û stranên kurdî yên di telefonên wan de jî sûc hatin hesibandin. Her wiha parvekirinên li ser medyaya civakî yên Muhlîs Kayar, stranên kurdî yên di telefona wî de û Kovara Ozgur Halk, Kovara Yurtsever Gençlîk û rojnameya Ozgur Gundemê yên li mala wî jî sûc hatin hesibandin û di îdianameyê de hat xwestin ku ev kes bi "propagandaya rêxistinê" bên cezakirin.    JI BER DI DÎHA'YÊ DE XEBITÎ BI 'ENDAMTIYA RÊXISTINÊ' TÊ TAWANBARKIRIN    Di îdianameyê de ji bo nûçegihanê DÎHA'yê Oner jî hat gotin "Dîhacî Gokhan". Dozgeriyê di îdianameyê de desrpêş kir ku DÎHA li gor "fermanên rêxistinê" weşana xwe dikir. Di îdianameyê de ji ber Oner di DÎHA'yê de xebitiye bi "endamtiya rêxistinê" hat tawanbarkirin.    PIRTÛK Û NAME JÎ SÛC HATIN HESIBANDIN    Parvekirinên li ser medyaya civakî yên Oner, pirtûkên li mala wî, nûçeyên di kompîtura wî de û nameyên ku hevalên wî yên girtîgehê jê re şandine jî sûc hatin hesibandin. Ji ber ku Oner li ser medyaya civakî rûpela ÎMC TV'yê ecibandiye û pirtûka "Ozgurleşen Ruhlar Kurt Gerîlla" a Gulçîçek Gunel Tekîn ku ji Weşanên Belgeyê derketiya li mala wî bûye di açrçoveya "propagandaya rêxistinê" de sûc hesiband.    MA / Ahmet Kanbal