Hûsiyan êrişî Îsraîlê kirin 2025-08-09 13:43:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Hûsiyan ragihand ku bi dronan êriş birine ser Yafa, Esqelan û Bîr El Sebi yên Îsraîlê. Artêşa Îsraîlê jî da zanîn ku wê dronek a ji aliyê Yemenê ve hatibû, bêbandor kiriye.   Hûsiyan îro ragihand ku bi dronan li 3 deverên Îsraîlê daye. Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Seri daxuyand: "Komê li Yafa, Esqelan û Bîr El Sebi 3 operasyonên leşkerî li dijî hedefên Îsraîlê ya dijmin pêk anîn. Di van oprasyonan de 3 dron hatin bikaranîn.”   Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wê droneke ji aliyê Yemenê ve hatibû avêtin, bêyî aktîfkirina alarmên hişyariyê bêbandor kiriye.   Hûsiyan di daxuyaniyê de hişyarî da tevahî şirîketên ku li benderên Filistînê kar dikin û diyar kir ku dê keştiyên wan werin hedefkirin. Her wiha bang li wan kir ku ji bo parastina silametiya ekîb û keştiyên xwe xebatên xwe yên li benderan rawestînin.   Hûsî bi îdiaya piştgiriya Xezayê ji 3’yê Cotmeha 2023’yan ve êrişan li dijî Îsraîlê dikin. Îsraîl jî wek bersiv êrişî binesaziya enerjî, bendera Hudeydayê û deverên stratejîk ên Hûsiyan bombebaran dike.