Leşkerên derketin operasyonê şivan kuştin 2018-06-30 20:53:48   ERDEXAN - Li navçeya Golê ya Erdexanê leşkerên derketin operasyonê şivan Îsmail Karakaş kuştin. Walîtiyê jî bûyer piştrast kir lê xwe parast ku li gel hişyariyê ranewestiye kobra li ser gule reşandiye. Xizmên Karakaş ên bertek nîşanî bûyerê dan rastî mudaxaleya polîsan hatin.   Li Navçeya Gole ya Erdexanê, leşkerên derketin operasyonê li ser şiveanê gundê Samandokenê gule berandin û şevanê gund Îsmail Karakaş kuştin. Têkildarî bûyerê Namzetê HDP'ê yê Erdexanê Ozturk Polat, diyar kir ku bûyer di saetên nîvro de pêk hat û wiha got: "Leşkerên ku derketin operasyonê bi şivanên ku pezê xwe diçêrîne re dikeve nava têkiliyê. Piştî ku leşker bi şivanan re dikevin nava têkiliyê, rayedarên leşkerî daxuyaniyê didin dibêjin 'Me PKK'iyek kuşt' Lê piştî derket holê ku yên ku leşkeran kuştiye sivîl û şivan e, fermandarî paşve gavan davêjin. Piştî bûyer tê bihîstin gel li dora Qemeqamiya Gole û avahiya AKP'ê kom dibe û keviran davênin avahiyê. Piştî bûyer belav dibe leşker ketin û derketina navçeyê digirin. Vê carê polîs û leşker bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîşî girseyê dikin. Malbatan û gundiyan bi awayekî hişk bertek nîşanî leşker û polîsan dan. Ez li parlamenterê AKP'ê yê Erdexean Orhan Atalay geriyam. Min got bûyerek bi vî rengî heye agahiya te pê heye ya na. Min xwest xwe bigîne qeymeqam û polîsan û bûyerê rawestîne. Min xwest canên din tişt bi wan neyên. Wî jî got temam û telefean girt. Ez dizanim cenaze li morga nexweşxaneyê ye. Min xwest xwe bigînim qeymeqam û walî. Cerdevanên gund agahdar bûn ku li çolê welatiyên sivîl hene."     Walîtiyê daxuyanî da   Piştî bûyerê walîtiyê jî daxuyanî da û diyar kir ku leşkerên derketine operasyonê û di operasyonê de rastî wî kesî hatine û li gel hişyariyê kes ranewestiya ye û kobra li ser wî gule barandiye. Walî da zanîn ku di encama gulebarana kobra de wî kesî jiyana xwe ji dest daye. Walî da  zanîn ku piştî lêkolînê fêr bûne ku kesê bi navê Î.K yê 34 salî ye û ji Gundê Samandokenê ye. Cenaze ji bo otopsiyê şandine Saziya Tipa Edlî ya Trabzonê.