Ji ber ku nayê tedawîkirin her diçe ronahiya çavê Demîrê girtî kêm dibe 2018-06-30 20:52:49   ENQERE - Înîsyatîfa Ji Girtiyan Re Azadî, bal kişand ser rewşa Yildirim Demîrê di Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de û destnîşan kir ku ji ber nayê tedawîkirin her diçe ronahiya çavên wî kêm dibe.    Endamên Înîsyatîfa Ji Bo Girtiyan Azadî, di çalakiya xwe ya 201'ê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîr ku di Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de ye.    Çalakî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de endama ÎHD'ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku her diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe.    ‘HER DIÇE RONAHIYA ÇAVÊ WÎ KÊM DIBE'    Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîrê ku di Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de ye. Çevîrmen, bilêv kir ku niha çavê rastê yê Demîr ji sedî 95 nabîne û her wiha nerihetiya çavê wî yê çepê jî her diçe zêdetir dibe.    Çevîrmen, diyar kir ku îdareya girtîgehê heqê dermanê Demîr nade û heta niha Demîr bi derfetên xwe dermanê xwe dikire, lê belê niha ji ber ku rewşa wî ya aborî nebaş e nikare dermanan bikire. Çevîrmen got: "Serî li sazî û wezaretên têkildar daye, lê belê dîsa jî derman -ên wî nedanê. Heta niha ji ber çavê xwe 5 caran anjiyo bûye. Herdu çavên wî jî nerihet in. Her sal ronahiya çavên wî kêm dibe. Du sal in rapora heyetê wergirtiye, lê heta niha rapora nû nedanê. Dev ji aporê berdin, xweşikî wî naşînin revîrê jî. Dema ji bo revîrê daxwaznameyê dinivîsînin, ancax piştî du mehan şûnde wan dibin revîrê.    ‘WÎ NABIN NEXWEŞXANEYÊ'    Çevîrmen bilêv kir ku gelek nexweşînên Demîr hene û got: "Her wiha nexweîna wî ya prostatç jî heye û divê her meh testa PSA'yê bike. PSA wî zêde derdikeve, lê belê dîsa jî wî nabin nexweşxaneyê." Çevîrmen da zanîn ku nexweşîna guh, bronşît, hemeroîdê jî bi demîr re heye û her wiha carekê ji pozê xwe û carekê jî ji newqa xwe ve emeliyat bûye.     Çevîrmen, destnîşan kir ku divê rojek berî rojekê girtiyên nexweş bên tedawîkirin û girtiyên rewşa wan giran bên berdan.