Varişli ku tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan 2025-08-07 15:51:25 ŞIRNEX - Abdulkerîm Varişli ku yek ji girtiyên nexweş bû û tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin, piştî temamkirina înfaza xwe hate berdan.    Abdulkerîm Varişli ku li Girtîgteha Tîpa S a Kavakli ya Samsunê dihat ragirtin û yek ji girtiyên nexweş bû, înfaza cezayê xwe temam kiribû lê bi îdiaya “nebaşhaliyê” cezayê wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin. Varişli, piştî temamkirina înfaza xwe hate berdan. Varişli, piştî tehliyeyê hate gundê xwe Emerînê yê navçeya Cizîr a Şirnexê û bi girseyî hate pêşwazîkirin. Varişli ku 15 sal bûn di girtîgehê de û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt, bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Botanê (Botan TUHAD-DER) ve bi girseyî hate pêşwazînkirin. Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Hevşaredarê Cizîrê Abdurrahîm Durmuş, nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan û gelek kesan Varişli bi çîçekan pêşwazî kir. Di pêşwazîkirinê de kevokên aştiyê hatin firandin û tililî hatin avêtin. Piştî pêşwazîkirinê, girse bi konvoyekê derbasî gundê Emerînê bû.    Li gund jî Varişli bi dahol û zirneyê hate pêşwazîkirin. Hevserokê Botan TUHAD-DER’ê Aydin Denîz keyfxweşiya xwe ya bi berdana Varişli anî ziman û hêvî kir ku hemû girtî bên berdan. Denîz, got ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê têkoşîna wan bidome.    'ZINDAN QADÊN BERXWEDANÊ NE’    Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî got ku zindan veguherîne qadên berxwedanê û got sirgunkirina Varişli bi mebesta cezakirina malbatê hate kirin. Newroz Uysal Aslanê, pêvajoya heyî bibîrxist û got “Vê pêvajoyê barê me yê girantir kir.”    'DIVÊ DEWLET GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE’    Abdulkerîm Varişli jî bal kişand ser binpêkirinên mafan û provokasyonên li girtîgehan tên kirin û got: “Ev pêvajo dest pê kir lê xuyaye ev pêvajo li girtîgehan derbasdar nîne. Hêj jî binpêkirinên mafan û provokasyon tên kirin. Me û girtiyên edlî dibin heman korîdorê. Ewlehiya me tune bû. Ji bo xerakirina pêvajoyê her tiştekî dikin. Ji bo ev pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bi ser keve, divê dewlet gavên şênber biavêje. Bi avêtina yek du gavan pirsgirêk çareser nabe. Rêbertiyê her tim ji bo xwişk-biratiya gelan û neteweya demokratîk hewl da. Divê em piştgiriyê bidin vê hewldanê. Li hundir girtiyên nexweş hene divê ji bo wan sererastkirin bên kirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê her kes zextê li dewletê bike.”    Pêşwazîkirin, piştî govenda li ber dahol û zirneyê bi dawî bû.